Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Îlm Û Îmân Bıra Ne

Osman SADIKOĞLU 2020-09-15

Beşa (13.) Sêzdemîn

Şertê (2.) Duyemîn: Gotina Li ser Îlmê

Kelîmeya tewhîdê, tenê bitenê bilêvkirin û dubarekirina wî qet feyde nade xwedîyê xwe. Ji bo ku ev peyv feyde bide gotinbêjê xwe divê şert û mercên wê pêk bên û li ser û îlm û besîretê bê gotin. Allah -azze we celle- gotina vê peyvê ji me wiha dixwaze:

فَاعْلَمْ اَنَّهُ لَٓا اِلٰهَ اِلَّا اللّٰهُ وَاسْتَغْفِرْ لِذَنْبِكَ وَلِلْمُؤْمِن۪ينَ وَالْمُؤْمِنَاتِۜ وَاللّٰهُ يَعْلَمُ مُتَقَلَّبَكُمْ وَمَثْوٰيكُمْ۟

"Êdî baş bizanibe ku ji Allah pê ve tu îlah tunin. Tu ji bo gunehên xwe u ji bo gunehên mêr û jinên mumîn ji Allah mexfîretê bixwaze…"[1]

Allah -azze we celle- di vê ayetê de ji Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- dixwaze ku peyva tewhîdê qenc îdraq bike: "Êdî baş bizanibe ji Allah pê ve tu ilah tunin."

Tiştê ji vê ayetê fêm dibe ev e: Bilêvkirina vê peyvê li ser îlmê, ji şertên Lâîlâheîllallahê ye.

Ew Lâîlâheîllallahê ku mirov pê rizgar dibe, Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- di hedîsekê de wiha dibejê: 

"Mirina kî li ser îlm û zanebûna ji Allah pê ve îlah tune (Lâîlâheîllallah) be, wê têkeve cennetê."[2]

Weke ku me berê de jî diyar kiribû halê van însanan dişibe wî kesî ku nimêj dike. Lê di vê mijarê de xwe bitenê li zahirê ayetê digire, nabêje nimêj enceq bi şertên wekî destnimêj û setru'l awret û îstiqbalu'l qiblê sehîh dibe.

Halê wan kesên Lâîlâheîllallahê bê îlm û îdraq tînin ser ziman weke van însanan in. 

Peyva tewhîdê, eger bi vê awayê bê gotin wê feyde bide zarbêjê û dê xwedîyê vê gotinê ji ezabê dojehê rizgar bike.

Di hûkmê dinyayê de gotina peyva tewhîdê bi nezanîn dê tu feyde ne de însan û di nezera şerîetê de jî tu qîmeta wî tune.

Di vê mijarê de em mîsalekî bidin. Mîna ku, zilamekî bi jineke xerib re ku ji zimanê hevdu qenc fêm nakin zewicî be. Ji hawîrdora wî naskiriyekî zilam hevoka/cumleya telaqê, yanê jin berdane hînî wî bike û jê re bêje "Ev, kelîmeyeke xweşik e dilê jina xwe pê xweş bike." Piştre ev zilam vê gotinê ji jina xwe re bêje, gelo wê rewşa wan çawa çêbe?

Hevoka ku ji jina xwe re gotîye lê maneya vê hevokê nizane. Li cem hûkmê şerîetê hûkim û ehemmîyeta gotina wî yê "Min te berda!" tune. Lewre ev zilam maneya vê gotinê nizane. Ji ber vê yekê ev gotina wî ne li dinyayê û ne li axîretê jê re ne bar e û ne ji sedema cezakirinê ye.

Kelîmeya tewhîdê jî wisan e.

Gotinbêjê kelîmeya tewhîdê, dema vê kelîmeyê anî ser ziman cara ewwil pê rê muameleya muslîm tê kirin. Di pêvajoyên pêş de ger nezanîn û bê îdraqîya wî kesî di vê mijarê de fêm bibe wê demê di nezera me de jî feydeya gotina vê kelîmeyê jê re tune. Ji xwe li cem Allah -azze we celle- qet feyde nabîne. Lewre kelîmeyekî ku maneya wî nizane dibêje.

Ji pirsgirêkên hêri mezin yek jî ev e ku di daweta tewhîdê de derdikeve pêşîya me. Amelên herî xerab di jîyana wan kesan de xuya dibin ku ew, maneya vê peyvê nizanin û bi gotina vê peyvê, ka çi qebûl dikin û çi red dikin, jê ne agahdar in. Ji ber vê yekê gotin û amelên berevaja tewhîdê di jîyana wan de tên ditin.

Civaka Mekkeyê gelek ciyawaz/ferqlî bû. Dema ku wan vê peyvê qebûl an jî red dikirin bi vê helwesta xwe bîrewer bûn. Ji ber vê yekê muslîmên wan herî qenc muslîm bûn û muşrîk jî di şirka xwe de hiçhilorî bûn.

Eshabîyên Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- di serî de îmanê nas dikirin û dielimîn berê xwe didan hînbûna amelên li gor îmanê.

Ji sehabîyan Cûndeb b. Abdullah -radîyallahanh- wiha dibêje:

"Em, hin ciwanên bi Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- re bûn. Berê pêşîn em bi îmanê elimîn, şunde em hînî Qur'anê bûn. Dema em Qur'anê hîn dibun pêre pêre îmana me zêde dibû."[3]

Kelîmeya Şadehîyê Delîlê Şerta Îlmê Ye

Mirovek dema ku dikeve dînê îslâmê kelîmeya şadehîyê dibêje. Nîvê hevoka kelîmeya şadehîyê, delâleta şertê îlmê ye. "Ez şadehî didim ku ji Allah pê ve tu îlah tune û ez dîsa şadehî didim ku Muhammed abdê wî û rasûlê wî ye."  Ne mimkun e ku însan der barê tiştekî kesnezan de şadehîye bide. Di zimanê Erebî de kelîmeya şadehîyê ji koka "şe-hî-de" zêde bûye. Ev kok tê ser sê maneyê eslî:

Hazir bûna di nav civatekî de

Bûyîna xwedî ilmekî û zanîn

Îlân kirin û hay pê xistin û ragihandin[4]

Eger mirovek der heqê tiştekî de şadehî bide, divê berîya şadehîya xwe bûbe şahide wê tiştê. An bi çavên xwe dîtibe an jî di der heqê we hedîseyê de xwedî agahî be. Piştre vê agahîyê ragihîne hinên din û haya wan jî pê bixe. Mirovek eger der heqê tiştekî ku ne dîtîye û ne jî agahdar e şadehî bide ew şadehîya wî dibe şadehîya derewîn.

Ew kesê şadehîya ulûhîyeta Allah dike, li ser îlm û zanînekî şadehî dike. Ji ber ku li ser îlm û zanînekî şadehî dide ew şadehîya wî meqbûl û rewacdar e. Berevaja vê rewşê şadehîya wî ne meqbûl e.

Allah -azze we celle- ji abdên xwe dixaze ku ew li ser îlm û zanînekî şadehîya heqqê bikin. 

وَلَا يَمْلِكُ الَّذ۪ينَ يَدْعُونَ مِنْ دُونِهِ الشَّفَاعَةَ اِلَّا مَنْ شَهِدَ بِالْحَقِّ وَهُمْ يَعْلَمُونَ

"Ew pûtên di şuna Allah de îbadet li wan tên kirin nikarin şefeatê bikin. Lê belê yê bi zanebûn şadehî li heqqê bînin, ew cuda ne."[5]

Îstisna kirina wan ên ku bi zanebûn şadehî li heqqê anîne baldar e. Nexwe şadehî anîna bi nezanîn qet feyde nade mirov.

Mirovek çawan li ser îlm û zanînê şadehî li heqqê dike?

"Ew ên li ser îlm û besiretê şadehi li haqqe anîne…"[6]

"Yên bi şadehîya heq şadehî didin û Allah -azze we celle- tewhîd dikin û wehdanîyetê bitenê xweserîya Allah -azze we celle- dikin û vê jî li ser îlm û yeqînîyê bikartînin."[7]

Agahîya Tewhîdê Fitrî Ye

Allah -azze we celle- berîya xuliqandina însanan, hêj di alema erwahê de ji wan ehd û peymana tewhîdê sitendiye.

وَاِذْ نَتَقْنَا الْجَبَلَ فَوْقَهُمْ كَاَنَّهُ ظُلَّةٌ وَظَنُّٓوا اَنَّهُ وَاقِعٌ بِهِمْۚ خُذُوا مَٓا اٰتَيْنَاكُمْ بِقُوَّةٍ وَاذْكُرُوا مَا ف۪يهِ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ۟

وَاِذْ اَخَذَ رَبُّكَ مِنْ بَن۪ٓي اٰدَمَ مِنْ ظُهُورِهِمْ ذُرِّيَّتَهُمْ وَاَشْهَدَهُمْ عَلٰٓى اَنْفُسِهِمْۚ اَلَسْتُ بِرَبِّكُمْۜ قَالُوا بَلٰىۚۛ شَهِدْنَاۚۛ اَنْ تَقُولُوا يَوْمَ الْقِيٰمَةِ اِنَّا كُنَّا عَنْ هٰذَا غَافِل۪ينَۙ

"Demekî me çîya (yê Tûr) weke sîwanekîdi ser wan de rakiribû û wan guman dikir ku wê di ser wan de bikeve. Me ji wan re gotibû: "Tiştên min daye we bigirin û li ser bifikirin ku hûn xwe biparêzin. Ji bo ku hûn roja qîyametê nebêjin: "Em ji vêya ne haydar bûn," Rabbê te ji pişta zaroyên Âdem zurîyeta wan girtibû û ji nefsa wan re kiribû şahid. (Û ji wan re gotibû:) "Ma ez ne Rabbê we me?" Wan jî gotibûn: "Belê" (tu Rabbê me yî), em ji vêya re şahid in."[8]

Ji vê ayetê re "Ayeta Mîsaqê" tê gotin. Sebêbê sitendina mîsaqa ji însanên hêj nehatine alema heyînîyê, yanê dinyayê ew tişte ku ji bo însan mazeret ji holê rabe. Ji bo ku însan roja qîyametê nebêjin "Em ji vîya bê xeber bûn." an jî "Me dabû pey bav û kalên xwe" û van hincetan nedin pêş 

di serê ewwil de, hêj di âlema erwahê de ev ehd û mîsaq ji wan hatîye sitendin.

Allah -azze we celle- vê agahîyê di fitreta însan de bi cih kirîye. Her insan bi fitreta yekgirtina/tewhîd kirina Allah û îbadeta jê re û neçêkirina qet tu şirîkê ji wî re, tê dinyayê.

فَاَقِمْ وَجْهَكَ لِلدّ۪ينِ حَن۪يفًاۜ فِطْرَتَ اللّٰهِ الَّت۪ي فَطَرَ النَّاسَ عَلَيْهَاۜ لَا تَبْد۪يلَ لِخَلْقِ اللّٰهِۜ ذٰلِكَ الدّ۪ينُ الْقَيِّمُۗ وَلٰكِنَّ اَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَۗ

"Êdî tu berê xwe bi yekgirvanî (bi henîfî/bi muwehhîdî) ber bi dînê rast de bike, ber bi fitreta Allah ve bizivirîne ku wî mirov li ser vê fitretê xuliqandiye. Di xuliqandina Allah de tu guherandin tuneye. Dînê rast ev e. Lê pirên însanan bi vêya nizanin."[9]

Her însan bi aqlê xwe û wek fitrî dizane ku mirovekî qencî lê bike heqê wî bi spasîyê/bi teşekkûre heye. Ne spasîya wî qencîkerî nankorî ye. An jî spasîyê ne ji xwedîyê qencîyê re, ji yekî din bike ev jî nankorîyeke herî mezîn e. Di vê mijarê de ji bo helwesta rast pêk bîne ne hewceye ku ew kes bê perwerde kirin an jî talîmên taybetî bibîne. Madem afirîner/xaliq Allah e, îbadet jî wek xwezayî ne ji hinekê din re, divê jê re bê kirin.

Dîsa her însan bi fitreta xwe dizane ku, tiştek milkê yekî be ew kes çi teserrûfê bixwaze di wê milkê xwe de dikare bike. Tevlî vê eger bê destûr û ne bi rizaya wî di wê milkê de hin kesên din teserrûfatê bikin, ev dibe çeşîdek ji xesbê. Di vê mijarê de ji bo helwesta rast pêk bîne ne hewceye ku ew kes bê perwerde kirin an jî talîmên taybetî bibîne. Madem xaliqê erd û esmanan Allah e -herkes vê heqîqetê qebûl dike- di milkê xwe de otorîte û xwedî raye jî tenê bitenê Allah e. Ew kesên ku qanûnên xeynî qanûnên wî çêdikin, xespa rayedarîyê dikin û li nefsa xwe zilmekî herî mezin dikin.

Qesta me ku em dibêjin agahîya tewhîdê fitrî ye, ev e. Ji bo însan vîya fêm bike pêwiste ku bifikire û li ser vê mijarê eleqe nîşan bide û ji xwe re bike dert. Di wê dema Fetretê de ku di dirêjahîya 600 salî de pêxember nehatibûn de, hin kesên tewhîdê nas kiribûn û bibûn ji wan kesên henîf û muwehhîd ji ber ku ew însan li pey agahîya fitretê ketibûn.

Ew ên tabiê dînê bav û kalan bûne û aqlê xwe neşixûlandine û gûh nedane dengê fitretê jî, bûne ji muşrîkan.

"Zeyd b. Amr b. Nufeyl, ji ber ku ewana ji bo putên xwe qurban ser jê dikirin Qûreyşîyan şermezar dikir û ji wan re wiha digot: 'Ew ê ku wê mêşinê xuliqandiye Allah e û ew ê ku ji bo wê ji esmanan bârân dibarîne Allah e û ew ê ku ji bo wê ji erda ziwa heşînahî şîn dike Allah e… Digel vê yekê hûn radibin wê mêşinê ji bo putan ser jê dikin!"[10] 

Çi delîleke zelâl û eşkere! Ew ê ku meşin xuliqandiye û ji bo wî bârân dibarîne û gîya şîn dîke Allah e…

Ha vê heqîqeta hanê temamê însananên aqilmend û şareza fêm dikin û dizanin û qebûl jî dikin. Madem wisan e çima îbadetê we ne ji Allah re ye û hûn ji putan re qurbanan ser jê dikin.

Di cihekî din de wiha dibêje:

"Ez, îbadetê ji yek Rabbê re bikim an ji hezar Rabbê re bikim qenc e? Min di parvekirina rizqên behrê de terka Lat û Uzza kirîye…"[11]  

Hûn ji kî jî bipirsin cewaba wê naguhere.

Di welatekî de rêveberek hebe qenc e an bi sedan rêveber hebin qenc e? Her însan baş dizane ku rêveberê welatekî eger ji yekî zêdetir bin, wê di wî welatê de kaos û alozî derkeve. Helbet wê tercîha her însanên aqilmend û şareza wê rêveberek tenê be.

Ji bo vê jî divê ku bifikire û aqlê xwe bişixûlîne. Çawan di kâînatê de tenê bitenê hûkmê Allah diborê, li ser rûyê erdê û di jîyana însanan de jî hûkimê Allah ê wahid û ehed baş e an jî hewa û hewesên bi sedan kesên di hilbijartinên/di seçimên demokratîk de hatine hilbîjartin baş e? Eger insan vê pirsê ji xwe bike dê bigihîje rastî û heqîqetê.

Em ji wek dawî dibêjin ku, agahîya tewhîdê fitrî ye. Her însan di eslê xwe de xwedîyê vê agahîyê ye û bi vê agahîyê tê dinyayê:

 Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- wiha ferman dike:

"Her zarokek ku diwelide li ser fitretê tê dinyayê. (Piştre) dê û bavê wî zarokî, wî dikin Cihû an Fille an jî Mecûsî…" [12]

Hin însan jî li pey vê agahîyê dikevin û lêpirsînê dikin û difikirin û bi awayekî gelemperî digihîjin tewhîdê. Hin însan agahîyên fitrî û banga rasûlan -aleyhîmûsselâm- digihînin hev û tewhîdê bi tefsilat hîn dibin û fêm dikin û têxin heyata xwe.

Çawan ku Rabbê mê diyarî me kirîye, pirên însanan ne bîrewer in û aqil nakin û tabiê dînê bav û kalên xwe dibin. Guhên xwe ne didin dengê fitretê û ne jî banga Rasûlan -aleyhîmûsselâm-. Ew tiştê ku teqdîmê wan dibe pê têr dibin û tabiê pirhejmarîyê dibin. Bi vê awayê ji fitretê jî û ji tewhîdê jî averê dibin.

وَاِنْ تُطِعْ اَكْثَرَ مَنْ فِي الْاَرْضِ يُضِلُّوكَ عَنْ سَب۪يلِ اللّٰهِۜ اِنْ يَتَّبِعُونَ اِلَّا الظَّنَّ وَاِنْ هُمْ اِلَّا يَخْرُصُونَ

"Eger li ser rûyê erdê tu bidî pey piranîyê (însanan), wê te ji rêya Allah vegerînin. Ew ji zen û gumanê pê ve nadîn pey tiştekî û ew tenê bi texmînan kar û amelan dikin."[13]

قُلْ س۪يرُوا فِي الْاَرْضِ فَانْظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الَّذ۪ينَ مِنْ قَبْلُۜ كَانَ اَكْثَرُهُمْ مُشْرِك۪ينَ

"Tu bibêje: 'Li ser rûyê erdê bigerin û binêrin ka aqûbeta yên berî we çawa bûye (bibînin)?' pirên wan ji muşrîkan bûn."[14]

وَلَقَدْ ضَلَّ قَبْلَهُمْ اَكْثَرُ الْاَوَّل۪ينَۙ

"Qesem be, berî wan ji milletên berê jî gelek di dalaletê de bûn."[15]

Însanên Îroyîn Ji Tewhîdê Rû Vegerandine

Hemd ji Allah re, bang û hinarîya Qur'ana Kerîm û Rasûlan -aleyhîmûsselâm- li temamê dinyayê belav bûye. Êdî her însan bi hêsanî dikare xwe bigêjîne wan hûccet û delîlan. Eger însan ne de pey agahîyên fitrî jî, dikare bi Qur'an û sûnnetê xwe bigêjîne delîlên tewhîdê ya zelâl û eşkere. 

ۜ قُلِ اللّٰهُ شَه۪يدٌ بَيْن۪ي وَبَيْنَكُمْ وَاُو۫حِيَ اِلَيَّ هٰذَا الْقُرْاٰنُ لِاُنْذِرَكُمْ بِه۪ وَمَنْ بَلَغَۜ اَئِنَّكُمْ لَتَشْهَدُونَ اَنَّ مَعَ اللّٰهِ اٰلِهَةً اُخْرٰىۜ قُلْ لَٓا اَشْهَدُۚ قُلْ اِنَّمَا هُوَ اِلٰهٌ وَاحِدٌ وَاِنَّن۪ي بَر۪ٓيءٌ مِمَّا تُشْرِكُونَۢ

"Bibêje: Şahdeyîya kê herî mezin e? Bîbêje: (Der heqe pêxemberîya min de) di navbera min û we de Allah şahid e. Ev Qur'an ji min re hatîye wehîy kirin da ku ez we û kesên deng bigihîjê hişyar bikim. Nexwe hûn şadeyî didin ku digel Allah îlahên din hene? Bibêje: Ez li ser vî nabim şahid. Ew enceq Allahekî bi tenê ye. Ew tiştên ku hûn jê re şerîk çêdîkin, ez ji wana berî me."[16]

قُلْ فَلِلّٰهِ الْحُجَّةُ الْبَالِغَةُۚ فَلَوْ شَٓاءَ لَهَدٰيكُمْ اَجْمَع۪ينَ

"Bibêje: Delîlên bilind (Huccetu'l Balîxe) ên Allah e. Eger wî bixwesta wê hûn hemû bigihandana hîdayetê."[17]

رُسُلًا مُبَشِّر۪ينَ وَمُنْذِر۪ينَ لِئَلَّا يَكُونَ لِلنَّاسِ عَلَى اللّٰهِ حُجَّةٌ بَعْدَ الرُّسُلِۜ وَكَانَ اللّٰهُ عَز۪يزًا حَك۪يمًا

"Me ev pêxemberana bi hişyarvanî û bi mizgînderî şand. (Ji bo) ku bila di piştî hatina van pêxemberan de li hemberî Allah tu delîleke (mehneyekî) wan nemîne. Allah, Azîz e û xwedî hikûm û hikmet e."[18]

Digel delîl û huccetên apaşkere a ji Kitêbê rêya rasûlan a rewşengir, pirên însanan der heqê dîn de bê pêwendî/bê eleqe dimînin. Çawan duh rûyên xwe vegerandibûn îro jî ji delîlên şer'î û ji fitretê rû dizivirînin. Tabiê ewan tiştên ku ji bav û kalên xwe dîtine dibin. Lê nabêjin ev tiştê ku em tabiê wê dibin ka rast e an na. Ne difikirin û ne lêpirsînê dikin. Hema tiştê ku tê pêşîya wan xwe pê qaîl dikin û bi wan tiştan têr dibin.

Bêguman ev rewşa hanê; cirmeke ji ên berê herî xerabtir û dijwartir e. Li gor şer'a şerîf navê vê helwestê 'Kufra î'rad' ê ye. Yanê kufra rû vegerandinê ye. Kufra rû vegerandina ji dînê Allah -azze we celle- û ji Kitêba wî û ji delîlên wî yên kewnî û şer'î…

Allah -azze we celle- der heqê wan de wiha ferman dike:

فَمَا لَهُمْ عَنِ التَّذْكِرَةِ مُعْرِض۪ينَ كَاَنَّهُمْ حُمُرٌ مُسْتَنْفِرَةٌۙ فَرَّتْ مِنْ قَسْوَرَةٍۜ

"Çî li wan qewimîye ku ji şîretê (ji bîranînê) rû li ba didin? Tu dibêjî qey ew kerê kovî ne. (Ku) ji şêr direvin."[19]

وَمَنْ اَعْرَضَ عَنْ ذِكْر۪ي فَاِنَّ لَهُ مَع۪يشَةً ضَنْكًا وَنَحْشُرُهُ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ اَعْمٰى

"Kî jî, ji zikrê min rû bizivirîne; ji wî re derbasîyeke teng heye û roja qiyametê jî em wî koregom heşir dikin."[20]

وَمَنْ اَظْلَمُ مِمَّنْ ذُكِّرَ بِاٰيَاتِ رَبِّه۪ فَاَعْرَضَ عَنْهَا وَنَسِيَ مَا قَدَّمَتْ يَدَاهُۜ اِنَّا جَعَلْنَا عَلٰى قُلُوبِهِمْ اَكِنَّةً اَنْ يَفْقَهُوهُ وَف۪ٓي اٰذَانِهِمْ وَقْرًاۜ وَاِنْ تَدْعُهُمْ اِلَى الْهُدٰى فَلَنْ يَهْتَدُٓوا اِذًا اَبَدًا

"Ji wî kesê ku bi ayetên Rebbê xwe hatibe hişyarkirin û berê xwe ji wan vegerîne û gunehên ku bi destên xwe kirîye ji bîr bike, zalimtir kî heye? Bêguman me giranîyekî daniyê ser dilê wan û kerayîyek xistîye guhên wan da ku vê (Qur'anê) fêmnekin. Eger tu wan gazî hîdayetê bikî jî êdî ew tu carî rasterê nabin."[21]

مَا خَلَقْنَا السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ وَمَا بَيْنَهُمَٓا اِلَّا بِالْحَقِّ وَاَجَلٍ مُسَمًّىۜ وَالَّذ۪ينَ كَفَرُوا عَمَّٓا اُنْذِرُوا مُعْرِضُونَ

"Me asîman, erd û yên di navbera wan de heyî, her bi heqî û heta demeke diyarkirî xuliqandinê. Ew ên kafir ji wi tiştê ku pê hatine hişyarkirin rûyê xwe vedigerînin."[22]

Ew kesê ku wê agahîya fitrî ya tewhîdê nafikire û lêpirsînê nake û li ser ayetên kewnî serê xwe naêşîne, sucdar e. Lewre ew li dijî fitreta ku Allah daye bêtomar/bêqeyd maye. Ew kesê ku dawet û huccetên Qur'ana Kerîm û rasûlan -aleyhîmûsselâm gihaştibe wî digel vê yekê bê pêwendî/bê eleqe dimîne û guhên xwe ji agahîyên tewhîdê ya hazir re disitimîne û rû vedigerîne sucdarekî herî girantir e.

Dawîya Beşa (13.) Sêzdemîn

Dê Berdewam Bibe Înşâallah

 

[1]        .     Muhammed: 19

[2]        .     Muslîm, 26

[3]        .     Ibnî Mace

[4]        .     Bnr. Mu'cem Meqayîsu'l Lûxa, madeya 'ş-h-d'.

[5]        .     Zuhruf: 86

[6]        .     Tefsîru'l Qur'ân'îlâh Azîm, tefsîra Sureya Zuhruf ayeta 86.

[7]        .     Camîu'l Beyan, tefsîra Sureya Zuhruf ayeta 86.

[8]        .     A'raf: 171,172

[9]        .     Rûm:30

[10]       .     Buxarî, 3826

[11]       .     Sîyera Nebî, 1/32

[12]       .     Bûxarî, 1359; Muslîm, 2658

[13]       .     En'am: 116

[14]       .     Rûm: 42

[15]       .     Saffât: 71

[16]       .     En'am: 19

[17]       .     En'am: 149

[18]       .     Nîsa: 165

[19]       .     Muddesîr: 49-51

[20]       .     Ta-Ha: 124

[21]       .     Kehf: 57

[22]       .     Ahqaf: 03

Bu Sayfayı Paylaş :