Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Bi Mane Û Bi Şert Û Bi Bergeha Wê Ve Lâîlaheîllallâh Derketina Ji Tarîtîyan Wê Çawa Pêk Bê?

Osman SADIKOĞLU 2020-02-19

Beşa (8.) Heştemîn

Ji bo derketina ji tarîtîyên kûfrê bi bal ronahîya wehîyê ve yek rêyek tenê heye, ew jî tabî'bûna wehîyê ye. Allah -azze we celle- ji bo abdên xwe ji tarîtîyên kûfrê derêxe Kîtêbân nazil kirîye û Rasûlân -aleyhîmûsselâm- şandiye. 

الٓرٰ۠ كِتَابٌ اَنْزَلْنَاهُ اِلَيْكَ لِتُخْرِجَ النَّاسَ مِنَ الظُّلُمَاتِ اِلَى النُّورِ بِاِذْنِ رَبِّهِمْ اِلٰى صِرَاطِ الْعَز۪يزِ الْحَم۪يدِ

 "Elîf. Lâm. Râ. Ev Qur'an, kîtêbek e ku me ji te re nazil kirîye. Ji bo ku tu însanan ji tarîtîyê derxînî ronahîyê û tu bi destûra Rabbê xwe wan bigihînî rêya wî Allahê Hamîd û Azîz."[1]

هُوَ الَّذ۪ي يُنَزِّلُ عَلٰى عَبْدِه۪ٓ اٰيَاتٍ بَيِّنَاتٍ لِيُخْرِجَكُمْ مِنَ الظُّلُمَاتِ اِلَى النُّورِۜ وَاِنَّ اللّٰهَ بِكُمْ لَرَؤُ۫فٌ رَح۪يمٌ

"Ew ê ji bo ku we ji tarîtîyê derxîne ronahîyê, ji abdê xwe re ayetên eşkere şandiye ew e. Bi rastî Allah ji we re Raûf û Rahîm e."[2]

رَسُولًا يَتْلُوا عَلَيْكُمْ اٰيَاتِ اللّٰهِ مُبَيِّنَاتٍ لِيُخْرِجَ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ مِنَ الظُّلُمَاتِ اِلَى النُّورِۜ وَمَنْ يُؤْمِنْ بِاللّٰهِ وَيَعْمَلْصَالِحًا يُدْخِلْهُ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ خَالِد۪ينَ ف۪يهَٓا اَبَدًاۜ قَدْ اَحْسَنَ اللّٰهُ لَهُ رِزْقًا

"Allah ji bo ew ên ku îman anîne û amelên salih kirine, ji tarîtîyê bi bal ronahîyê ve derxîne pêxemberê xwe ku ayetên Allah bi eşkerehî dixwînin şand. Kî îman bîne û amelên salih bike, Allah wî dixe cennetê ku di binî de çem diherikin. Wê di wir de bêdawî bimînin. Bi rastî Allah ji wan re rizqekî xweş çêkirîye."[3]

Dema ku Âdem -aleyhîsselâm- hat ser rûyê dinyayê di serê ewwil de vê qaîdeyê seh kirîye:

قَالَ اهْبِطَا مِنْهَا جَم۪يعًا بَعْضُكُمْ لِبَعْضٍ عَدُوٌّۚ فَاِمَّا يَأْتِيَنَّكُمْ مِنّ۪ي هُدًى فَمَنِ اتَّبَعَ هُدَايَ فَلَا يَضِلُّ وَلَا يَشْقٰى وَمَنْ اَعْرَضَ عَنْ ذِكْر۪ي فَاِنَّلَهُ مَع۪يشَةً ضَنْكًا وَنَحْشُرُهُ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ اَعْمٰى

"(Allah) got: Hûn hemû bi neyartîya hevdu ji wê derê (ji cennetê) derkevin. Ew hîdayeta ku ji cem min hat ew ên tabi'ê wê hîdayeta min bibe wê rêşaş û bedbext nabe. Çi kesê ku ji zikra min rûvegerîne, bêguman jê re heyatekî teng û tarî wê hebe û em ê wî roja qiyametê kor heşir bikin."[4]

Kesên dikarin li hemberî berevajîkirina wî xwe diparêzin ew in ku bi sedeqet girêdayîyê hîdayeta ji cem Allah -azze we celle- hatîye, yanê girêdayiyê Qur'an û sûnnetê ne. Rêyên ji xeynî hîdayeta ku ji cem Allah -azze we celle- hatîye temamên wan 'rêyên şeytanî' ne. Xwediyê wan rêbazên xeyrî îslamê, rêbazên xwe her bi çi binav bike jî ferq nake. Daxwaz û amelê şeytan ew e ku însan ji nûra îslamê derêxe û bil bal zilûmata kûfr û bidet û heram û fisqê ve hilbikişîne.

Ji ber ku ev wesfa ha tê dê mevcud e ew (şeytan) serokê taxûtan e, sertaxût e.

Li Şeytanên Însî Dîqat Bikin!

Em bi tevahî wî şeytanê/wî îblîsê ku ji agir xuliqîye û bi me xuya nabe û weswese dide însan dizanin û pê agahdar in. Her weha şeytanên di suretê benîâdem de xuya dibi jî hene. Ewan bi navê "Şeytanên Insî" binav dibin.

وَكَذٰلِكَ جَعَلْنَا لِكُلِّ نَبِيٍّ عَدُوًّا شَيَاط۪ينَ الْاِنْسِ وَالْجِنِّ يُوح۪ي بَعْضُهُمْ اِلٰى بَعْضٍ زُخْرُفَ الْقَوْلِ غُرُورًاۜ وَلَوْ شَٓاءَ رَبُّكَ مَا فَعَلُوهُ فَذَرْهُمْوَمَا يَفْتَرُونَ

"Bi vî awayî me ji her pêxemberî re şeytanên ji cin û însanan kirine dijmin. Ji bo ku hev bixapînin gotinên xemilandîtelqîn dikin. Eger Rabbê te bixwesta nikaribûn ev bikirana. Êdî tu wan û tiştên ji ber xwe çêkirine, bi serê xwe bihêle."[5]

Şeytanên însî dişibin me û weke me diaxivin û di navbera me de dijîn. Wêzifeya wan û ew şeytanên cinnî weke hev in. Ji bo însanan batilê dixemilînin. Mirovan gazî rêyên geyrê wehîyê dikin. Ev çeşîdê şeytanan geh li ser ekranê televizyonan e, geh li ser mînberên xutbê ne, geh jî li koşeyên rojnameyan de însanan didin ber jehrê. 

Rêya naskirina van taxûtan û parastina ji wan a herî muhîm ev in: 

Zêdekirina tîlaweta Qur'ana Kerîm

Bi hûrgilî hînbûna sîyer û sûnneta 

Rasûlullah -sallallahu aleyhi ve sellem-.

Kesê ku heq bizanibe wê batil jî qenc nas bike. Lewre heq yek e. Naskirin û fêm bûna heq pir hêsan û ronak û apaşkere ye. Eslê wê her çi bibe jî tiştên xeyrê wê batil û tarî e nefêmbar e. Kesê ku gazî wan rêyan dike jî şeytanek însî an cinnî ye û ew taxut bixwe ye. 

Dawetvanên Dînê Demokrasîyê:

Partîyên Sîyasî Ên Demokratîk

Li îndallah bitenê yek metod û şeklê rêveberîyê heye: Ew jî rêveberîya şer'î û rabbanî ye ku temamê însanan teslîmê emrê Allah -azze we celle- dibin û tabiê hûkmên wî dibin û serwerî jî bê qeyd û şert didin wî -azze we celle-.

Qanûna bingehîn/dustûra vê rêveberîyê Qur'an û sûnneta Rasûlullah e -aleyhîssalâtuwesselâm-. 

Di nûra wehîyê de rayeya qanundanînê jî aîdê Allah e -azze we celle-. Ji ber ku Allah -azze we celle- xaliq û razîqe însanan e xwediyê rayeya emîrdayîn û qedexe kirinê jî ew e.

اَلَا لَهُ الْخَلْقُ وَالْاَمْرُۜ تَبَارَكَ اللّٰهُ رَبُّ الْعَالَم۪ينَ…

"Agahdar bin! Xuliqandîn û fermandayîn, her jê re ye. Ew Allahê Rebbê aleman e, herî mezin e.''[6]

Rabbê me wiha ferman kirîye û bi me daye zanîn ku rêya rast û dînê mustaqim ev bixwe ye. 

اِنِ الْحُكْمُ اِلَّا لِلّٰهِۜ اَمَرَ اَلَّا تَعْبُدُٓوا اِلَّٓا اِيَّاهُۜ ذٰلِكَ الدّ۪ينُ الْقَيِّمُ وَلٰكِنَّ اَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ

"… Hikûm bitenê yê Allah e. Wî emir li we kiriye ku hûn ji wî tenê re îbadet bikin. Lê belê pirên însanan bi vêya nizanin."[7]

Çawan ku di dirêjahîya tarîxê de çêbuye îro jî hinek Firewnê modern muselletê millet bune da ku wana ji nûra wehîyê bi bal hezek û teqna kûfr û şirkê ve bikişkişînin. Navê wan jî ji navê muslîmân e. Ji bo meşrûiyeta daxwazîya îlahtîya xwe, bi teretûra hakimîyeta gel berê însanan didin sindoqan û dikîn ku însan li gor pêwistîyên dînê demokrasîyê ray bidîn wana.

Bi rastî yên ku cara yekemîn vê karê kirine ne ev in. Îdîaya îlahtîyê de pêşîyê wan yek jî, kalîkê wan Firewn e. Wî jî berî çend qerna wekî nevîyên wî yên îroyîn vê îdîaya xwe dianî ser ziman. Fîrewn ji nevîyên xwe yên îro êdî bimêrxasî û eşkerehî wiha digot:

وَقَالَ فِرْعَوْنُ يَٓا اَيُّهَا الْمَلَاُ مَا عَلِمْتُ لَكُمْ مِنْ اِلٰهٍ غَيْر۪يۚ

"Firewn got: Gelî giregiran! Ez ji bo we, ji xwe pê ve îlahekî dîn nas nakim…"[8]

Fîrewn, xwe ne dixist pişt perdeyên weke "demokrasî û serwerîya (hakîmîyeta) gel", rasterast û bi aşkerehî îdîaya îlahtîyê dikir. 

فَقَالَ اَنَا۬ رَبُّكُمُ الْاَعْلٰىۘ

"(Fîrewn got): Rabbê we yê herî mezin ez im."[9]

Dem pêş de çû û ev aşkerehî winda bû. Taxûtan jî rêbazên nipînû saz kirin da ku gel bi van teretûran ji vê xewa xefletê hişyar nebe. Weke ku me got, taybetîya taxût a yekemîn ew e ku însanan ji nûra wehîyê bal bi tarîtîya kûfr û şirk û fisqê ve hildikişîne. 

Belê, nûra wehîyê ev ayet e:

اِنِ الْحُكْمُ اِلَّا لِلّٰهِۜ

"Hikum tenê bitenê yê Allah e''[10]

Tarîtiya kûfrê jî ev destûr e:

''Serwerî (hakimîyet) bê qeyd û şert aîdê gel e.''

Kesên demokrat dixwazin ku me ji rê û rêbazên rêveberîya îslâmî dûr bixin û di heman demê de me gazî pergal û rêveberîya demokratîk bikin. Ha bi vê tevgerên xwe ji heddê xwe diborin û ew bixwe jî dibin taxut.[11]

Mûesseseyên Ku Perwerdehîya Dijî Îslamê Didin

Bê guman di mijara perwerdehîyê de rêbazekî wehîyê jî heye. Di ronahîya îslamê de kesê muslîm tenê bitenê Allah -azze we celle- tazîm û takdis dikin û enceq jê rê îbadetê dikin. 

اِقْرَأْ بِاسْمِ رَبِّكَ الَّذ۪ي خَلَقَۚ

"Bi navê wî Allahê ku xuliqandiye bixwîne."[12]

Zarok di jîyana însan de heyînîyên herî birûmet in. Di sazîyên perwerdehîyê ku însanên me zarokên xwe dişînin wan de wezîyetek pir cuda heye. Zarok her roj ji bo ayîna tazîm kirina taxutê mirî ger di rawestina rêzgirtînê de amade bibe. Tenê rawestina rêzgirtinê têr nake ger di merasîma sondxwarinê de jî peymana xwe her roj dubare bike: "Ez ê tabi'ê wî (taxûtî) bibîm, rêya ku ji me re vekiriye ez ê bişopînim, hwd…"

Di ronahîya wehîyê de tiştê yekemîn ku ji însana re bê hînkirin tewhîd e. Lê ew sazîyên perwerdehîye ku hêlînên kûfr û şirkê ne di roja yekem, seata ewil de taxût bi zaroka dinasînin.

Zarok hêj kelîmeya tewhîdê hîn nebûyî prensip û înqilabên taxût û demokrasî û laîktî û neteweperwerî hîn dibe. Gelo dê û bavên van zarokan qet nafikirin?

Ev perwerdehîya di dibistana serake de fitretê zarokan xêra dike û wana ji nûra wehîyê dûr dike û dikişkişîne hezeka şirk û kûfrê ve.

Nexwe di nav sazîyên perwerdehîyê de wesfên taxût mewcud in. Lewre çawa me diyarkir ev perverdehîya laîkî van zarokên nûrîcan ji ronahîya îslamê dûr dike û bi bal tarîtîya kûfrê ve beralî dike û diherikîne. Bi rastî meqseda perwerdehîyê bûyîna ji Rabbanîyan e.

وَلٰكِنْ كُونُوا رَبَّانِيّ۪نَ بِمَا كُنْتُمْ تُعَلِّمُونَ الْكِتَابَ وَبِمَا كُنْتُمْ تَدْرُسُونَۙ

"… Herweha ji bo xatirê wê kîtêba hûn didin hînkirin û hûn dixwînin bibin ji rabbanîyan."[13]

Rabbanî ew kese ku bi her awayî mutîê emrê Rabbê xwe ye. Xwe nezirê rabbê xwe dike. Rêbaza perwerdehîya rabbê xwe dipejirîne û di dîn de dibe xwedî îlm û dînê Allah hînê însanan dike.

 Perwerdehîya îslâmê li ser sê esasan e. 

Pêşî îmân û piştre Qur'an û di dawî de jî Sûnnet tê hînkirin.

Cundeb b. Abdullah -radîyallahûanhu- wiha dibêje:

"Em hinek xortên bi Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- re bûn. Em pêşî îmân (tewhîd) hîn dibun. Pîştre Qur'an hîn dibun û bi vêya jî îmâna me qewî dibû."[14]

Huzeyfe b. Yeman -radîyallahûanhu- eshabîyan wiha dinasîne:

"Bêguman emanet/îmân, ket dilê însanan. Piştre Qur'an hîn bûn û piştre jî berê xwe dane sunnetê…"[15]

Mixabin ew însanên ku înkar kirina taxut pêk naynin û bi kelîmeya tewhîdê nazeliqin, pê re ji ber zilim û nankorîya xwe dijberîya emrê Allah -azze we celle- zarokên xwe bi destên xwe radestî van hêlînê şirkê dikin.

Di ronahîya wehîyê de pêkhênera bingeha sîstema ramanên însan Qur'ana pîroz e. Ev, bê şik û bê guman rast e. Di vê de qet xeletî û betalî tune.

Lê belê di van sazîyên hêlîna kûfrê de rewş gelekî cuda ye. Li van deran bitenê aqlê însan tazîm û takdîs dibe. Tiştê bi aqlê însan bikeve ew tişt li gor wana pîroz e. Tiştên ku bi aqlê însan nekeve ew tişt jî merdud e.

Wek mîsal em dikarin evan sazîyên perwerdehî a fermî/a resmî bidin. Di madeya (2.) dûyemîn a Qanûna Perwerdehîya Neteweyî[16] de wiha dibêje:

"Meqseda perwerdehîya neteweyî ya Tirk ev e: Her ferdê miletê Tirk, divê bidilsozî girêdayîya prensip û înqilabên Atatirk bibe. Divê her ferd girêdayîyê neteweperwerîya Atatirk bibe ku çarçoveya wê jî di qanûna bingehîn de diyar bûye. Pewiste ku her ferd, rûmetên miletê Tirk a rêwiştî (exlaqî) û însanî û çandî û manewî bipejirîne û biparêze û pêş ve bibe û di heman demê de hez malbata xwe û welatê xwe û qewmê xwe bike û heta jê tê evan rûmetan herî bilind bike. Her ferd divê wezîfe û mesulîyeta xwe a li ber dewleta Tirkîye ya demokratîk û laîk û civak û hiqûqî û ewan prensîbên hiqûqên mirovatîyên û ev prensîbên eslî ku paristîyê qanûna bingehîn in qenc bizanibin…"

Di eynî qanûnê de di beşa "Armanca Perwerdehîya Netewî ya Gelemperî[17]" de wiha dibêje: "Di îstîqameta armanc û prensîbên Perwerdehîya Netewî de ger ev xisûsên hanê pêk bên: Pejirandina prensîb û înqilabên Atatirk… Pêkanîna girêdayîbûna Qanûna bingehîn a Komara Tirkîye û prensîbên demokrasîyê… Rêzgirtina heq û mafên mirovahî û heqên zarokan û heqên mirovên din… Qazanckirina hişmendîya bûyîna takekesî/ferdî... 

Weke ku fêm bû xwendegeh û dibistanên girêdayîya pergala laîkî, armanca perwerdehîya xwe bi eşkerehî dixe holê. Her weha îro tîştên ku di nava van dibistanan de pêk tên di îstîqameta vê armancê de ye. 

Meqseda wan ji hîndarîya matematik û tirkî û fennê zêdetir, hîndarî û pejirandina îdeolojîya fermî û gihandina zarokan li ser bîr û bawerîya kemalîzmê ye. Bi rastî ev xisûs jî tiştekî fêhmbar e. Çawan ku hêvî û meqseda îslâmê; gihandina ferdên mûmîn û muwahhîd û rabbanî ye, weke vê pergal û rejimê geyrê îslâmê jî daxwaz dikin ku neslên wisan bigihînin ku ew nesil bi dilsozî girêdayîyê rejim û îdeolojîyên wan bin. 

Ji bo ku însanan ji xwe re bikin evd û kole her sîstema taxûtî xwedî rêbaz û metodên cûr bi cûr in. Firewnên îro jî, ji bo ku însanan bixapînin muhtacê sêhrbazan in. Ew sêhrbaz ku bi sihrên xwe di navbeyna heq û xelkê de dibun perde. Firewnê îro ji bo perde danîna navbeyna heq û xelkê de êdî sazîyên perwerdehî û yên olî/dînî bikartînin. 

Gelo taxûtên îroyîn ji bo ku zehfî hez gelê xwe dikin wiha ehemmîyetê didîn perwerdehîyê? 

Pir aşkereye ku ev taxût herûdaîm menfaetên xwe li pêş digirin. 

Lewre ev sazîyên perwerdehîyê dezgehên sîsteme ne da ku çi zarok û çi mezîn însana ji xwe re bike evd û kole.

Delilê herî aşkere ev e: Zarokên xwendevan her sibeh li hafa put bi navê merasîmê rawestina rêzgirtinê dikin û tazîmê nîşan didin ku ev merasîmên ha jî çeşîdekî îbadetê yê.

Beşdarînebûna van merasima li gor sîstemê qebehetekî pir giran e. Ji ber vê sedemê ew zarokê ku beşdarî merasîmê nabe tê cezakirin. Ji cezaya îqaz kirine hetanî avêtina ji dibistanê tê dayîn. Ew zarokê bi vê awayê tevbigere bi îqaz û dûrketina dibistanê jî xelas nabe. Ev tevgera wî wê di pêşerojê de jî derkeve pêşîya wî.

Ekserîyetê mamosteyên di nava van dibistanan de wezifedar in, fikir û aqîdeya kûfrê têxin zihin û qelbê wan zarokên biçûk. Ew zarok ku hêj nizanin qencî û xerabî ji hevdu veqetînin. 

Ev peyv û amelên kûfrê ku di pêşeroja xwe de wê bikarbînin tevlî van gotin û amelan ewê xwe hê jî wek muslîm bihesibînin.

Dîyanet

Navê wê her çibe, ew sazîyên ku însanan ji ronahîya wehîyê derdixe û gazî tarîtîya kûfrê dike taxut bixwe ne. 

Weke ku tê zanîn Serokatîya Karubarên Dîyanetê projeyekî vê Komarê bû. Di dewra ku Qur'ana Kerîm û Erebî û banga şerîf û cil û libasên îslâmî û perwerdehîya medreseyan hatibûn qedexe kirin, tiştekî pir ecêb û fikirîner e ku qadroyên Komarê rabûn ev teşkîlata dîyanetê saz kirin. Zihnîyeteke wisan ku çi tiştê îslâmî hebe li dijî wê herb îlan kirîye, lê di heman demê de teşkîlateke olî/dînî (SKD)[18] saz dike. Bersiva vê pirsê bila mirovekî ji qadroyên avakar ên Komarê û Dîyanet bide. 

Ahmet Hamdî Başar ku şêwirmendê Atatirk bû, wiha dibêje:

"Me nexwest ku dîn (îslâm) bi tevahî bavêjin derveyê jîyana civakî. Berevaj pêwiste ku dîn di bin emrê înqilabê (înqilaba Kemalîst) de bê vejandin. Em bi terk kirin û xerakirina camîyan û di şuna wan de bi avakirina konên gel (Halkevleri) nikarin pêş ve biçin û bigêjin armanca xwe. Divê ew camîyên ku gel di wan de dicivin, em wana vegerînin konên gel (Halkevleri) ên modern da ku em bikaribin denge xwe bigihînin xelkê. Bi vê awayê emê hêj çêtir bikaribin aliman ji holê rakin. Wê gavê êdî her kesê zane û nezan wê bikaribe der heqê dîn de hikûm û fitûyan bide."[19]

Fêm bû ku meqset, dînê îslâma ezîz têxin xizmeta dewltê û camîyan weke konên gel bi armanca propogandayê biemilînin.

Serokê Karûbarên Dîyanetê a borî di hevpeyvîneke ku pêre hatibû kirin de wiho digot:

"Dîyanet, li ser temela qanûna bingehîn ava bûye û wek projeya eslî ya Komarê hatîye sazkirin… Wezîfeya ku qanûna bingehîn daye me bellî ye… Qet tu pirsgirêkeke Dîyanetê bi rehmetîyê Atatirk û bi prensîbên eslî ya Komarê û bi laîktîyê tune ye… Em bi meteqebata gelê xwe ji bo ku agahîyên dînî yên rast ji xwe re bikin bingeh tiştên (fikir û ramanên) ku dinya me yê muasir ji têxin holê didin ber çavê xwe û bi awayeke herî qenc wêzifeya xwe bi rê ve dibin." [20]

Niha fêm bû; Serokatîya Karûbarên Dîyanetê ji bo xatirê ku prensîb û înqilabên Atatirk wek meşrû nas bibe û di nav gel de bê pejirandin hatîye avakirin. 

"Xayeya avakirina Serokatîya Karûbarên Dîyanetê yek jî ev e ku di nava gel de bibe sed û benda teesuba dînî û disîplîneke manewî di nava civakê de pêk bîne."[21]

 Bi rastî îro ev civaka ku daweta tewhîdê li wan tê kirin xwe ji daweta tewhîdê dûr dikin û rû vedigerînin. Hinceta wan jî ev e: "Ew qas salê ez diçim camîyê û me tiştekî wiha ji seyda û meleyan seh nekiriye!"

Tewhîd, bi rastî meqseda xuliqandina însanan e û di heman demê de ji bo rejimên batil jî dibe sebebê tirsê. Ji ber vê sedemê jî aqîda tewhîdê bi hostatîyeke şeytanî veşartine. Hetanî wisan ku îro ev xelk aqîda tewhîdê weke fikir û ramaneke xeyrê îslâmê dibînin. Hebûn û xebata dîyanetê jî di vê çarçovê de di navbera tewhîd û xelkê de bûye sênc û bend. 

Ehlê batil helbet wêzifeya xwe dikin. Li dijî Allah -azze we celle- ji heddê xwe diborin û bi projeya "Dînê li dijî dîn" re însanan ji nûra wehîyê dûr dixin.

Ji bo muwahhîdan hewceye ku serê pêşî ji wan camîyên ku di hûkmê Mescîdu'd-Dirar de ne xwe biparêzin. Divê mûmînên ehlê tewhîd, mescîdên wisan vekin ku di wan mescîdan de Allah -azze we celle- bê tewhîd kirin û taxut bê red kirin û aqîda tewhîdê û sunneta Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- di wan deran de bê hînkirin. 

Televizyon û Înternet û Ekranên Dîjîtal

Em di serê ewil de vê xisûsê diyar bikin ku alet û amrazên weşan û ragihanê (televizyon û kompîtur û hwd.) di eslê xwe de ne heram in. Lê bikaranîna bi awayê îroyîn ketiye rewşeke wisan ku zêde herimîye.

Ger di şixulên bifeyde û karên îslamî de xweşik e. Cihên ku bi vê meqsed û armancê bikartêanîn hindik bin jî hene. 

Mijara me bikaranîna televizyonê ya dewra me ye.

Di ronahîya wehîyê de û di her halûkarî de her bav ji malbata xwe mesûl e. Divê bi awayekî ku Allah -azze we celle- ji wan razî be zarokên xwe talîm û perwerde bikin û terbîya îslamê bidin wan.

Mixabin di van demên dawî de bi sedemên nediyarî, bavan ew mesulîyeta ku Allah -azze we celle- wan pê binbar kiriye avêtine pişt guhê xwe û vê berpirsiyarîyê ji înternet û ji televizyonê re hiştine. Em dizanin ku televizyon û înternet îro di rewşeke wisan de ne ku di jîyana însanan de dibe rêberê rê û rêbaz ji wan re.

Hema her deqîqe û lehzeyên weşana televizyonê tersê îslamê ye. Digel vê yekê ev mîrate, di nav malan de li quncê odeya de a herî mimtaz cih digire. Wekî mamosteyekî birûmet, aîle û malbat bitemamî tevlî zarokan bîst û çar saet weke ku li ser rihleyên talîma xwe de diborîne.

Serê sibehê zarokên hêj çavên wan di xew de ne, wê bibezin hafa televizyonê an jî înternetê.

Tu dibêjî qey bereketa malê bi wan e û destpêka rojê ne bi "Bismillah!" bi televizyon û înternetê dikin. Zehfê însanan jiyana xwe li gor bernameyên televizyon û înterneta rêkupêk dikin.

Li gorî wan kesan nimêj tê qeza kirin, lê qezaya rêzefilîma tune! Nimêj li wan bibore jî ger ew rêzefilm li wan ne borin.

Roja mêvan tên qebûl kirin, ji rojên ku rêzefilmên lê mûptela bûne tune bin tê hilbîjartin.

Eynî film yan rêzefilm, dubare dubare (tekrar tekrar) bên temaşekirin tu pirsgirêk tune. 

Heta di nava malekî de muptelayên qenalên cuda hebin divê, televizyona duyemîn ji malê re bê sitendin da ku alozî û xirecir dernekeve.

Lê xortên malê bi rojan ji hev xeyîdî bimînin qet nabe problem. Dê û bav ji wisan.

Mijarekî pir balkêşe, gelek dê û bav qenc dizanin ku sedema bêrêwîştîya (bê exlaqîya) di navbera ciwanan de a yekemîn ha ev televizyon û înternet in. Tevlî vê rewşê tevgerîna wan a bi vê awayê, tevgerînekî nefêmbar e.

Madem pirsgirêk dıyar e, madem teşxîs hatîye danîn û tê zanin ku ev êş êşa mirinê ye, herwiha tedawîya wî jî hêsan e.

Sedema bê eleqadarîya malbatan tevlî zanîna çavkanîya vê problemê jî, em dikarin bêjîn ku ev televîzyon û înternet e.

Lewre ev qotîk muptelayên xwe wisa beralî dike: Di jiyanê de tiştê herî muhîm ev e ku zarokê xwe di dibistanekî hêjahî de bide xwendin.

Ev zarok di dawîyê de bibe xwedî meaşekî û bi qîzeke xweşik an jî bi xortekî bedew re bizewice.

Heçi pirsgirêkên spartîyê axîretê; qet endîşeyekî taxûtan di derbarê vê mijarê de tune. Ew taxût bi vê qotîya fesadê gel wekî kerîyê pez beralî dikin û vê ramanê bi wan dipejirînin: "Dinya jixwe du roj in, ger têra xwe bi kêf û coş bê jiyandin."

Belê ew ekranên televizyon û înternetê dibin sebebê çi? 

Serê ewil de dibe sebebê wê tiştê ku însanan noqî lîstik û şahîyê dike. Ev dibe sebep ku însan ji meqseda xuliqandina xwe xafil dimîne.

وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَشْتَر۪ي لَهْوَ الْحَد۪يثِ لِيُضِلَّ عَنْ سَب۪يلِ اللّٰهِ بِغَيْرِ عِلْمٍۙ وَيَتَّخِذَهَا هُزُوًاۜ اُو۬لٰٓئِكَ لَهُمْ عَذَابٌ مُه۪ينٌ

"Ji însanan hinek kes jî hene; ji bo ku bi nezanî xelkê ji rêya Allah bizivirînin û tinazê xwe pê bîkin; gotinên pûç û betal dikin distînin. Ji wan re ezabekî riswaker heye." [22]

اِنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا يُنْفِقُونَ اَمْوَالَهُمْ لِيَصُدُّوا عَنْ سَب۪يلِ اللّٰهِۜ فَسَيُنْفِقُونَهَا ثُمَّ تَكُونُ عَلَيْهِمْ حَسْرَةً ثُمَّ يُغْلَبُونَۜ وَالَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا اِلٰى جَهَنَّمَيُحْشَرُونَۙ

"Ew ên înkar kirine, ji bo ku (însanan) ji rêya Allah bidin zivirandin, malê xwe xerc dikin, wê xerc bikin jî. Paşê wê ev ji wan re bibe kul û derd û wê mexlûb bibin û wê ber bi cehennemê ve bêne ajotin."[23]

Ev ekranên televizyon û înternetê bi şev û bi roj wek kêmîneke dijwar li pêşîya însanan e û xelkê beraliyê kûfr û şirkê ve dike.

Binêrin, menzereyekî ji menzereyên qîyametê de kesên mustezaf bi wan kesên ku ewana beraliyê rêşaşîtîyê ve kirîye niqaşê dikin:

وَقَالَ الَّذ۪ينَ اسْتُضْعِفُوا لِلَّذ۪ينَ اسْتَكْبَرُوا بَلْ مَكْرُ الَّيْلِ وَالنَّهَارِ اِذْ تَأْمُرُونَنَٓا اَنْ نَكْفُرَ بِاللّٰهِ وَنَجْعَلَ لَهُٓ اَنْدَادًاۜ وَاَسَرُّوا النَّدَامَةَ لَمَّا رَاَوُاالْعَذَابَۜ وَجَعَلْنَا الْاَغْلَالَ ف۪ٓي اَعْنَاقِ الَّذ۪ينَ كَفَرُواۜ هَلْ يُجْزَوْنَ اِلَّا مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ

"Ew ên mustezaf jî, ji mustekbîran re dibêjin: 'Naxêr, şev û roj kar û halê we dek û dolav bû. We tim li me ferman dikir ku em Allah înkar bikin û ji wî re şirîkan çêbikin.' Êdî dema ezab dibînin; poşmanîya xwe vedişêrin. Me xelekên hesinî xiste sitûyê kafiran. Ma qey wê ji kar û kirinên xwe pê ve bi tiştekî din bihatana cezakirin?"[24]

Di der barê jîyanê de bergeheke xeyrî şer'î bi însan bi kar tîne.

Li gor wehîyê serwerîya erd û asîmanan aîdê Allah e -azze we celle-. Însan bixwe jî milkê Allah e. divê ku însan bi her tiştên xwe û bi her awayî mutîê Rabbê xwe be. Hewceye ku Jîyana wî û îbadetên wî û mirina wî jî tenê bitenê ji bo Allah be -azze we celle-. 

قُلْ اِنَّ صَلَات۪ي وَنُسُك۪ي وَمَحْيَايَ وَمَمَات۪ي لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَم۪ينَۙ لَا شَر۪يكَ لَهُۚ وَبِذٰلِكَ اُمِرْتُ وَاَنَا۬ اَوَّلُ الْمُسْلِم۪ينَ

"Bibêje: 'Nimêja min û îbadeta min û mirina min, ji bo wî Allahê Rabbê aleman e. Tu şirîkê wî tune ye. Ez bi vêya hatim emirkirin û ez ji muslîm ên pêşîn im."[25]

Li gor wê bîrewerîya ekranên dijital ku teqdîmê însanan dikin, di vê heyatê de tîştê herî mûhîm "dîplome ye û meaşeke têr baş e û zewicandin e" û hew! 

Eynî weke ku taxut dixwazin gelên xwe beralîyê wê îstîqametê bikin êdî xelk jî bi wê awayê tevdigerin. Ji bo wan mane û meqseda heyatê ev e.

Ji bo heyata axîretê jî waîzê ekranê hene û bi şev û roj xire xira wan û weazan e. ji wan re van pêşnîyarîya dikin: "Rûken bin û carinan sedeqe bidin û bêjin 'Em dilpâk in!' û salê carek dido be jî herin ser gumbet û zîyaretan… Di vê rewşê de hûnê bibin herî qencê muslîmân. Tewhîd û hudûdullah û heram û helâl û dijberîya li hember zulme… hûn guhê xwe nedin van tiştan nexwe hûn ji navê dernakevin…"

Ekranên dijital, ji ber ewan naverokên weşan ên xeyrê şer'ê neslên cîwan ji nûra wehîyê bi ber tarîtîya kûfrê ve beralî dike. Bêguman bi destê taxutên vê dewrê herî zêde bi berhênandarî tê emilandin. Taxût, bi wasiteya vê qutîyê li ser evdên xwe fen û fûtên çeşîd çeşîd digerînin. 

Herê, gelek gotin û mînakên ku em bikaribin bidin hene. Lê mixabin dîsa jî fêmkirina însanan ne rihet e.

Qenc dizanin ku ev alet zarokan û hetanî wan bixwe jî ji îslâmê dûr dike.

Digel vî qasî ji bo çareserîya vê halê qet xwe tev nadîn.

Vê taxutê qenc nas dikin. Dizanin ku ev taxût, wan û malbatên wan ji ronahîya wehîyê bi bal zilûmata şirk û fisq û zulme ve dikişkişîne.

Wekî me diyar kîr ku civak; hebûn û zirar û texribata vê taxutê baş dizanin, qebûl jî dikin lê dîsa jî vê taxutê ji xwe dûr nakîn. Xwe û malbatên xwe ji vê taxutê naparêzin. Bêguman hemû dê û bav ji parastina zarokên xwe mesûl in.

Hewa û Hewes û Şehewatên Dinyayê

Hewa û hewes, taxûtekî herî mezin e. Taxûtekî ku benîadem ji rêya heq, ji rêya Allah -azze we celle- dixerifîne ye. Hetanî wisan ku tê sewîyeya Îlahtîyê.

اَفَرَاَيْتَ مَنِ اتَّخَذَ اِلٰهَهُ هَوٰيهُ وَاَضَلَّهُ اللّٰهُ عَلٰى عِلْمٍ وَخَتَمَ عَلٰى سَمْعِه۪ وَقَلْبِه۪ وَجَعَلَ عَلٰى بَصَرِه۪ غِشَاوَةًۜ فَمَنْ يَهْد۪يهِ مِنْ بَعْدِ اللّٰهِۜ اَفَلَاتَذَكَّرُونَ

"Erê ma te nedît, ew ê ku hewa û hewesa xwe ji xwe re kiriye îlah û Allah li ser ilmekî ew xerifandiye û guh û dilê wî mohr kiriye û di ser çavê wî de perde kişandiye? Êdî ji Allah pê ve kî dikare hîdayetê bide wî? Ma hûn hê jî nafikirîn?"[26]

Hewa û hewes û şehewatên dinyayê, astengên herî mezin li pêşîya qebûl kirina heqqê ne. Qebul kirina wê heqqê ku ji cem Allah -azze we celle- hatîye û tersê menfaetên dinyayê ne. Wê demê xweşî û rihatîya dinyayê ku însan li pey dibeze dê xera bibe. 

Ha di vê lehzê de hewa û hewesên dinyayê dikevin dewrê de û însan ji seadeta ebedî mehrûm û bê par dihêlin.

Belê tarîfa hewa û hewesê çiye? Ew hewa û hewes ku însanan ji ronahîya wehîyê derdixe û bi bal teqna herîya înkarê ve diherikîne.

Ger hûn bipirsin wê fêmkirina van xisûsan çawa mimkun be, bersiva vê pirsê Qur'ana pîroz dide me:

ثُمَّ جَعَلْنَاكَ عَلٰى شَر۪يعَةٍ مِنَ الْاَمْرِ فَاتَّبِعْهَا وَلَا تَتَّبِعْ اَهْوَٓاءَ الَّذ۪ينَ لَا يَعْلَمُونَ

"Paşê der heqê dîn de me tu kirî xwedî şerîetek (rêbazek). Tu tabiê wê be; nede pey hewa û hewesên nezanan.''[27]

Allah -azze we celle- ji Rasulullah -aleyhîssalâtuwesselâm- re diyar kiriye ku du rê hene.

Rê; an şer'a şerîf e, ku ew ji îndallah hatîye, yan jî hewayên nezanan e.

Seyyid Qutub -rahîmehullah- di tefsîra xwe de vê ayetê wiha şîrove dike:

"Bi vê awayê mesele bi eşkerehî derdikeve holê. An şerîeta Allah -azze we celle- an jî hewayên nezanan… Bijêrek û tercîhen sêyemîn qet ne mijara axaftinê ye. Di navbera şerîeta bi denge û biistîqrar digel daxwazîyên guherbar rê ya navendî jî tune.

Dema mirovek şerîeta Allah -azze we celle- li quncekî hiştibe, piştre wê di her karên xwe de li gor hewayên xwe tevbigere. Lewre hemû sîstem yên ji xeynî şerîeta Allah -azze we celle- berhemê azwerî û meyildarîya daxwazên nezanan e.

Rêbazekî (şerîetekî) yekane heye ku van wesfên bijare heq dike. Ew pergalên jîyanê yên ji xeyrî wê, bitemamî azweri û daxwazên ku çavkanîya wan nezanîn û cehalet e. Mirovên dawê divê bitenê tabîê şerîetê bibe û hemû hewa û azwerîyan bavêje quncekî. Di meseleyekî herî biçûk de jî divê qethîyen ji şerîeta Allah -azze we celle- dûr nekeve û nebe tabiê azwerî û hewayên xwe. Çimkî ew kesên ku wê tabiê azwerî û hewayên wan bibe li hemberî Allah -azze we celle- ê ku xwedî şerîet e, qet wê nikaribin jê re alîkarî bikin. Ew qas qels in ku wê nikaribin wî biparêzin jî.

Alîgirên van pergalên jîyanê (ên xeyrî şer'î) ku çavkanîya wan ji azwerî û hewayê ye, der barê alîkarîya hevdu de cepheyekî yekgirtî ne.

Ew, li dijî xwediyê şerîetê de piştevanîya hevdu dikin. Ji ber vê yekê ew kesê bûye tabiê şerîetê divê hêviya alîkariya wan neke û meyla xwe nede wan û bi xwîngermî nêzî wan nebe. Bi ser de ew qas qels in ku wê nikaribin zirar û ezîyetê bidîn mirovên dawê. Çimkî dost û hogirê mutteqîyan Allah e -azze we celle-. 

Niha dostanîya Allah -azze we celle- digel wan kesên li gor azwerî û hewayên xwe tevdigerin dibe weke hev? 

Ew kesên qels û cahil û hişsivik li ku derê û ew kesê ku Allah -azze we celle- ê dostê mutteqîyan ji xwe re kirîye yâr û bûye tabiê şerîeta wî li ku derê?'' [28]

Li kîjan qadê de be bila bibe, ger însan li hemberî şerîeta Allah -azze we celle-, ku rastiya yekane ye rê û rêbazekî dîn qebûl bike ev; binavkirina Allah -azze we celle- "hewa û hewesên nezanan e". Em dikarin digel têkildara vê taybetîya taxût re mîsalên bêjimar bidin. Qethî ye ku ev mijar bi ev ên me hejmartine jî ne mehdût in ne bisînor in. Em hinek mîsalan didîn da ku ji bo fêmkirina vê mijarê pêşiya guhdaran vebe. Înkar kirina taxût şertê ewil a îmanê ye. Bêguman tercîha ku em dikin pir muhîm e. Lewre kesê ku tercîha xwe herudaîm biguherîne ew ê heyata xwe êdî li gor hewa û azwerîyên xwe bidomîne. Ev jî tê wê maneyê ku ew kes hewayê xwe wek îlah qebûl dike.

Dawîya Beşa (8.) Heştemîn

Dê Berdewam Bibe Înşâallah

 


[1].     Îbrahîm: 01

[2].     Hadîd: 09

[3].     Talaq: 11

[4].     Ta-ha: 123,124

[5].     En'am: 112

[6].     A'raf: 54

[7].     Yusuf: 40

[8].     Qasas: 38

[9].     Nazîât: 24 

[10].    Yusûf: 40

[11].    Ji bo agahîyên berfirehî li jimara taybetî "Der Heqê Hakimîyetê De" ya Kovara Tewhîdê binêrin.

[12].    Alaq: 01

[13].    Alî-Îmran: 79

[14].    Îbnî Mace, 61

[15].    Buxarî,6497; Muslîm,143

[16].    Millî Eğitim Kanunu

[17].    Made: 5

[18].    Serokatîya Karûbarên Dîyanetê (Diyanet İşleri Başkanlığı-DİB)

[19].    Ahmet Hamdi Başar, "Atatürk'le Üç Ay ve 1930'dan Sonra Türkiye".

[20].    Rojnameya Yeni Şafak, Mehmet Gündem, Hevpeyvîn, 02/ Berfanbar (Kânûn)/2006 

[21].    Mehkemeya Qanûna Bingehîn, 1972/76

[22].    Luqman: 06

[23].    Enfal: 36

[24].    Sebe': 33

[25].    En'am: 162,163

[26].    Casîye: 23

[27].    Casîye :18

[28].    Ji Fi Zilali'l Qur'an bi kurtahî

Bu Sayfayı Paylaş :