Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Bı Mane û Bı Şert û Bı Bergaha Wê ve Lâîlaheîllallâh Taybetîyên Taxut

Osman SADIKOĞLU 2020-07-22

d.) Taybetiya Taxût A Çaremîn Û Îzahata Wî:

Heyînîyên Ji Xeynî Allah Îbadet Li Wan Tên Kirin

وَالَّذ۪ينَ اجْتَنَبُوا الطَّاغُوتَ اَنْ يَعْبُدُوهَا وَاَنَابُٓوا اِلَى اللّٰهِ لَهُمُ الْبُشْرٰىۚ فَبَشِّرْ عِبَادِۙ

"Ew ên ku xwe ji evdîtîya taxût dûr dikin û berê xwe didin Allah, mizgînî ji wan re heye. Mizgînê bide evdên min."[1]

Çawa ku ji vê ayetê fêm dibe taxût ew e ku; ji xeynî Allah -azze we celle- yên bi dilsozî îteat û îbadet li wan tên kirin, ew in.

Me di pêlên borî de îzahata Îmam Taberî li ser tarîfa taxût teqdîm kiribû. Di heman demê de, me çend mînakên ku di Qur'anê de bikaranîna îbadetê çawane jî dabû.

Di vê maneyê de em dikarin bibêjin ku taxûtên îroyîn; sazîyên weke parlamentoya xwedî rayeya çekirina qanûnan, rayedarên ku helal û heramîyên Allah -azze we celle- di Qur'an û sûnnetê de daniye ji holê radikin, partiyên demokratîk ku bûne hêlina van amelên şirkê, feyde û parastin ku ji wan kesên mirî tên xwestin û di tengasîyekî de hewar li wan tên kirin, ew pûtên ji zindîyan û ji latan tên kesibandîn, ew heyînên hin amelên ku di Qur'an û sûnnetê de wek îbadet binavdibin (weke nezir û qurban û hwd.) ji bo wan têne kirin, dixwaze zindî an mirî, li ser rûyê erdê an jî li esmana bibe her tiştên ku wesf û taybetîyên Allah -azze we celle- ji wan re hatibe dayîn, ha ew taxût in.

Ew rûmetên xeyrî îslâmî ku di nav însanan de dibin diyarkirina neyartî û dostanîyê û dibin sebebê şer û aşîtîyê jî taxut in.

Ew pîvan û îdeolojîyên xeyrî îslâmî ku ji bo însanan dibin sebebê xwe pêgirtina heyatê jî dikêvin çarçoveya tarîfa taxut.  

B. Înkar Kirina Taxût Divê Çawa Pêk Bê?

"Taxut" têgeheke (qewrameke) şer'î ye. Divê em ji şerîetê hîn bibin da ku ev têgeh tê ser çî maneyê û vebûna wê çîye û muameleya me ya der heqe wê de wê çawan be. Allah, -azze we celle- me bi înkar kirina taxût emir kiriye. Bêguman der barê vê mijarê de Allah -azze we celle- ji me re vê rêyê jî nîşan daye û ji bo teblîx û tebyîna dînê xwe rasûlan şandiye.

بِالْبَيِّنَاتِ وَالزُّبُرِۜ وَاَنْزَلْنَٓا اِلَيْكَ الذِّكْرَ لِتُبَيِّنَ لِلنَّاسِ مَا نُزِّلَ اِلَيْهِمْ وَلَعَلَّهُمْ يَتَفَكَّرُونَ

"(Me ji wan re) delîlên eşkera û kîtêb (şand). Ji te re jî, zîkîr (Qur'an) şandiye da ku, tiştê ji wan re nazil bûye, tu beyan bikî û ji bo ku ew jî vêya baş bifikirin."[2]

Temamê rasûlan -aleyhîmûsselâm- me dawetê îbadeta ji Allah re -azze we celle- û dûrketina ji taxut dikin.

وَلَقَدْ بَعَثْنَا ف۪ي كُلِّ اُمَّةٍ رَسُولًا اَنِ اعْبُدُوا اللّٰهَ وَاجْتَنِبُوا الطَّاغُوتَۚ فَمِنْهُمْ مَنْ هَدَى اللّٰهُ وَمِنْهُمْ مَنْ حَقَّتْ عَلَيْهِ الضَّلَالَةُۜ فَس۪يرُوا فِي الْاَرْضِ فَانْظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الْمُكَذِّب۪ينَ

"Ji her ûmmetê re ji bo bibêjin: "Ji Allah re îbadetê bikin û xwe ji taxût biparêzin, me pêxemberek şand. Bi vê awayê Allah, li hinekên wan hîdayet kir û li hinekên wan re jî, rêşaşîtî heq bû. Êdî li ser rûyê erdê bigerin û aqûbeta kafiran çawa bûye bibînin."[3]

Emê vê pirsê ji rasûlân bipirsin ka gelo înkarkirin û dûr ketina ji taxût wê çawan pêk tê. Emê bersiva pirsa xwe ji sîyer û sunneta wan hîn bibin.

Allah Teâlâ, emrê Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- bi tabîbûna Îbrahîm -aleyhîsselâm- kiriye. Têkoşîna Îbrahîm -aleyhîsselâm- ji temamê însanan re kirîye rêber û ji bo me jî wek mînak nîşan daye.

قَدْ كَانَتْ لَكُمْ اُسْوَةٌ حَسَنَةٌ ف۪ٓي اِبْرٰه۪يمَ وَالَّذ۪ينَ مَعَهُۚ اِذْ قَالُوا لِقَوْمِهِمْ اِنَّا بُرَءٰٓؤُ۬ا مِنْكُمْ وَمِمَّا تَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللّٰهِۘ كَفَرْنَا بِكُمْ وَبَدَا بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمُ الْعَدَاوَةُ وَالْبَغْضَٓاءُ اَبَدًا حَتّٰى تُؤْمِنُوا بِاللّٰهِ وَحْدَهُٓ

"Bi rastî, ji we re di Îbrahîm û yên bi wî re de ji bo we mîsaleke xweşik heye. Wan ji qewmê xwe re gotibûn: "Em ji we û ji wan tiştên ku hûn ji Allah pê ve wan re îbadet dikin dûr in. Em we înkar(tekfîr) dikin. Heta ku hûn îman bi Allah tenê neynin di navbera me û we de dijminantî û kerbek ebedî dest pê kiriye…"[4]

 

اِنَّ اِبْرٰه۪يمَ كَانَ اُمَّةً قَانِتًا لِلّٰهِ حَن۪يفًاۜ وَلَمْ يَكُ مِنَ الْمُشْرِك۪ينَۙ شَاكِرًا لِاَنْعُمِهِۜ اِجْتَبٰيهُ وَهَدٰيهُ اِلٰى صِرَاطٍ مُسْتَق۪يمٍ

وَاٰتَيْنَاهُ فِي الدُّنْيَا حَسَنَةًۜ وَاِنَّهُ فِي الْاٰخِرَةِ لَمِنَ الصَّالِح۪ينَۜ ثُمَّ اَوْحَيْنَٓا اِلَيْكَ اَنِ اتَّبِعْ مِلَّةَ اِبْرٰه۪يمَ حَن۪يفًاۜ وَمَا كَانَ مِنَ

الْمُشْرِك۪ينَ

"Bi rastî Îbrahîm bi serê xwe ûmmetek bû. Îteatî Allah dikir û henîf bû. Ne ji mûşrîkan bû. Ji nîmetên wî re şikur dikir. Lewre Allah ew hilbijartibû û gihandibû rêya rast. Me li dinyayê xweşî dabûyê, bêşik ew li axîretê jî, ji salihan e. Paşê me wehyê te kir û got: 'Tu bide pey rêya wî Îbrahîmê henîf. Ew ne ji mûşrîkan bû."[5] 

Rabbê me li me vê emrê dike ku; em bibin tabiê emrê Îbrahîm -aleyhîsselâm- û em xwe ji rûvegerandina rêya wî jî xwe biparêzin.

وَمَنْ يَرْغَبُ عَنْ مِلَّةِ اِبْرٰه۪يمَ اِلَّا مَنْ سَفِهَ نَفْسَهُۜ

"Ma ji yê kêmaqil pê ve kî berê xwe ji dînê îbrahîm vedigerîne?"[6]

Ji yên hişsivik û xwenezan pê ve tu kes ji menheca wî rû navegerîne. Ew tenê bi serê xwe ûmmetek bû. Ew, pêxemberekî wisan e ku kemilandina wî ji teref Allah -azze we celle- vê bû. Peyrêwîtîya menheca wî jî, rûşd û kemilandin e.

وَلَقَدْ اٰتَيْنَٓا اِبْرٰه۪يمَ رُشْدَهُ مِنْ قَبْلُ وَكُنَّا بِه۪ عَالِم۪ينَ

 "Bi sond me di berî vêya de rûşd dabû Îbrahîm. Jixve me bi wî zanîbu."[7]

Li Hember Taxut Têkoşîna Îbrahîm -aleyhisselâm-

قَدْ كَانَتْ لَكُمْ اُسْوَةٌ حَسَنَةٌ ف۪ٓي اِبْرٰه۪يمَ وَالَّذ۪ينَ مَعَهُۚ اِذْ قَالُوا لِقَوْمِهِمْ اِنَّا بُرَءٰٓؤُ۬ا مِنْكُمْ وَمِمَّا تَعْبُدُونَ مِنْ دُونِ اللّٰهِۘ كَفَرْنَا بِكُمْ وَبَدَا بَيْنَنَا وَبَيْنَكُمُ الْعَدَاوَةُ وَالْبَغْضَٓاءُ اَبَدًا حَتّٰى تُؤْمِنُوا بِاللّٰهِ وَحْدَهُٓ

"Bi rastî, ji we re di Îbrahîm û yên bi wî re de ji bo we mîsaleke xweşik heye. Wan ji qewmê xwe re gotibûn: "Em ji we û ji wan tiştên ku hûn ji Allah pê ve ji wan re îbadet dikin dûr in. Em we înkar(tekfîr) dikin. Heta ku hûn îman bi Allah tenê neynin di navbera me û we de dijminantî û kerbek ebedî dest pê kiriye…"[8]

Li ser bingeha ayeta çaremîn a sûreya Mumtehîne de emê lêkolîna mucadeleya Îbrahîm -aleyhîmûsselâm- bikin.

a. Teberrî û Rûvegera Ji Evdên Taxûtan

"Em ji we… dûr in."

Em bi baldarî binêrin ev xuya dibe ku Îbrahîm -aleyhîsselâm- berî dûr bûna taxût, ji yên li derdor û nêzî taxûtan beraeta xwe (dûr bûn û rûvegera xwe) eşkere dike.

Hal ev e ku ekserîyetê însanan, ji çi sedemê be bila bibe, di dûrketin û rûvegera civaka xwe de pir diltengî û zorahîyê dikişîne. Dûr ketin û rûvegera eqrebayan û dost û hevalan, ji gelek însanan re ne hêsan e. Ji ber zorahîya vê helwestê Îbrahîm -aleyhîsselâm- ewilî bi vê dest pê kiriye. Qur'ana Pîroz jî bal dikişîne vê nuqteyê:

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَتَّخِذُٓوا اٰبَٓاءَكُمْ وَاِخْوَانَكُمْ اَوْلِيَٓاءَ اِنِ اسْتَحَبُّوا الْكُفْرَ عَلَى الْا۪يمَانِۜ وَمَنْ يَتَوَلَّهُمْ مِنْكُمْ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ

"Gelî ew ên îman anîne! Eger kûfrê tercîhê îmanê bikin bavên xwe û birayên xwe nekin dost (welî). Ji we kî wan ji xwe re bike dost (welî) ha ew zalim bi xwe ne."[9]

Îbrahîm -aleyhîsselâm- serê pêşî de xwe ji abdên taxut û ji alîgirên taxut dûr kiribû. Birastî ev helwesteke baldar e. Berîya taxut de dûrketina ji abdên taxûtan di heman demê de sunneta Rasûlullah e -aleyhîssalâtuwesselâm-

قُلْ يَٓا اَيُّهَا الْكَافِرُونَۙ لَٓا اَعْبُدُ مَا تَعْبُدُونَۙ وَلَٓا اَنْتُمْ عَابِدُونَ مَٓا اَعْبُدُۚ وَلَٓا اَنَا۬ عَابِدٌ مَا عَبَدْتُمْۙ وَلَٓا اَنْتُمْ عَابِدُونَ مَٓا اَعْبُدُۜ لَكُمْ د۪ينُكُمْ وَلِيَ د۪ينِ

"Bêje: 'Gelî Kafiran!' Ez ji bo tiştên hûn jê re îbadetê dikin, îbadet nakim. Hûn jî, ji bo tiştê ez jê re îbadetê dikim, îbadet nakin. Min jî, ji bo tiştê hûn jê re îbadetê dikin, îbadet nekiriye. Hûn jî, ji bo tiştê ez jê re îbadet dikim, îbadetê nakin. Dînê we ji we re û dînê min ji min re ye."[10]

Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- bi gotina 'Gelî Kafiran!' berî dûrbûna ji taxutên muşrîkan û ji îbadetên wan û ji dînê wan a şirkê, teberrîya xwe ji muşrîkan kirîye. Helbet helwesta wî pir bi hikmet e. Emê jî behsa hin ji van hikmetan bikin.

Bêguman hebûna taxut, bi peyrêw û bi girêdayîyê wî bixwe ye. Eger muşrîk nebin, şirk jî di holê de namîne. Kole û bendeyên taxûtan jî nebin, di holê de taxut namîn in. Ew ên ku lat û dar û potik û rêber û partî û rêxistinan dike taxut însan bixwe ye. Îbrahîm -aleyhîsselâm- jî berê xwe daye çavkanîya xerabîyê û beraeta xwe ji şirk û tûxyanê kirîye. Birastî tiştê herî zor, teberrî û dûrketina ji însanan e. Teberrî û dûrketina ji dar û lat û zîyaretan, tiştê herî hêsan û rihet e.

Qet tu feyde û zirara wan nagêje însan. Lê belê teberrî û dûrketina ewan kesên ku îbadetê li van tîştan dikin ne hêsan e. Lewre ew; ya eqreba ne, an heval û hogir in, an jî hin kesên xwedî raye ne û hêzdar in. Dibe ku hêvîya feyde ji wan bê kirin an jî, ji bela û ji zirara wan xwe biparêzin. Ji ber vê yekê îmamê tewhîdê, ji wê tiştê dest pê kirîye ku ji tebîeta însan re pir zor tê.

b. Dûrketina Ji Taxut

"…Em ji we û ji wan tiştên ku hûn ji Allah pê ve ji wan re îbadet dikin dûr in…"

Bi rastî ev nuqteyeke pir muhîm û mesûlîyeteke herî giring e.

Allah -azze we celle- wiha ferman dike:

وَلَقَدْ بَعَثْنَا ف۪ي كُلِّ اُمَّةٍ رَسُولًا اَنِ اعْبُدُوا اللّٰهَ وَاجْتَنِبُوا الطَّاغُوتَۚ فَمِنْهُمْ مَنْ هَدَى اللّٰهُ وَمِنْهُمْ مَنْ حَقَّتْ عَلَيْهِ الضَّلَالَةُۜ فَس۪يرُوا فِي الْاَرْضِ فَانْظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الْمُكَذِّب۪ينَ

"Ji her ûmmetê re ji bo bibêjin: "Ji Allah re îbadetê bikin û xwe ji taxût biparêzin, me pêxemberek şand. Bi vê awayê Allah, li hinekên wan hîdayet kir û li hinekên wan re jî, rêşaşîtî heq bû. Êdî li ser rûyê erdê bigerin û aqûbeta kafiran çawa bûye bibînin."[11]

Ew mûslîmên ku tabiê Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- in ew jî di bin mukellefîyeta dûrketina ji taxûtan e. Qur'an, kesên muslîm li hemberi taxût bi vê wêzifeyê binbar dike ku, divê mûmîn xwe ji taxût dûr bike. Her mûmînek, bi îctînaba taxût, divê xwe jê û ji alîgir û sazîyên taxût dûr bigire.

Îctinab, ji koka "cenb" muştaq e. Tê maneya "Kevî, tenîşt, kelek, rex". Îctînaba ji taxut; yanê emê taxut di jîyana xwe de bavêjin kevîyekî û emê jî jîyana xwe li rexekî din bidomînin. Yanê, em li alîyekî û taxut jî li alîyekî din. Rêya me û sefa me wê zelal û eşkere be.

Eger em xwe ji taxut û ji alîgir û sazîyên taxut dûr nekin û rê û sefên xwe zelal û eşkere nekîn, wê demê me dûrketin û teberrîya xwe ya ji taxut pêk neanîye. Mirov her çiqas bi fikir û ramanên xwe taxut înkar û tekfîr bike jî, têr nake. Ji ber vê yeke bi teberrî û dûrketina qewlî re divê dûrketin û teberrîya fiilî jî pêk bê û bi vê awayê em sunneta rasûlan bişopînin. 

c. Tekfîrkirina Taxût Û Abdên Wî

"…Em we înkar(tekfîr) dikin…"

Taxut û ew ên abdîtî lê dikin, li îndallah kafir bixwe ne. Herweha ew navê ku Allah daye wan divê ku kesên muslîm jî bi wê navê wan binav bikin. Tekfîr kirina taxût û yên bi dilsozî girêdayîyê wan in û yên ku îteat û îbadetê ji wan re dikin, ger bi eşkerehî û mimkûn bibe rûbirû bikarbêanîn.

Taxutên îro li ser vê mijarê bi hesasî/bi hestewerî disekinin. Ji bo ehkama tekfîrê ron bikin (bi av bikin) û însanan ji tekfîra şer'î dûr bixin qelemên firotî û belamên bi şaşik û waîzên ser ekranan seferber dikin. Eger ev têr neke quwwetên zebtî (leşker û polês) û darazê dixin dewreyê. Helbet hin sebebên vê jî hene.

Ewwelen, tekfîra taxûtan; di mûcadeleya dijî wan de pêgava yekemîn û îtîraza pergala jêxwarin û marastinê û şîrk û zilma wan e. Ew jî dizanin ku eger însan bi hikmê wan taxûtan a li îndallah bihesin û hîn bibin, êdî wê sitûyê xwe ji wan re xwar nakin û îteatê li wan nekin. Ji kesên muslîm kî hez kafiran dike û îteata wan dike?

Wek duyem, hebuna taxut tê ser vê maneyê ku; ji însanan qismek xwe wek îlah li mirovan didin pejirandin û qismê mayî jî abdîtî li wan dikin. Ew ên xwe wek îlah dibînin herûdaîm xwe serdestê gelê xwe dibînin. Dilê xwe nahêlîn û çi bixwazin dikin. Ji bo wan qet tu qanûn û qaîde ne rewcdar in. Taxut û ew kesên derdorê wî de helbet naxwazin ku ev îmtîyazên destê wan de winda bibin.

Ji ber vê sebebê, yanê ji bo ku pergala xwe ya zilim û tuxyanê bidomînin derfet û îmkânên xwe ya olî û sîyasî û leşkerî seferber dikin.

Tekfîr kirina taxûtan û tabîên wan bi ayetan sabit e û mijareke pir giring e. Ji bo avahîyekî temelê wê çuqas giring be an jî qufaltina qulpoka ewwil a gomlekekî çuqas muhîm be tekfîra taxut jî di vê çarçovê de tê nirxandin. Lewre qulpoka ewwil çewt bê qefaltin an jî temela avahîyê ne zexim be, piştî wê lehzeyê wê her pêgav li ser çewtîyê bê avêtin. Mûcadeleya bi taxut re jî, girêdayîyê tekfîra taxut û ew kesên li derdorê wî ye. Eger di vê nuqtê de hin şûbhe xuya bibin û rê zelal nebe û serê mûmînan ne safî be wê fêhm û metodên rêşaşî derkevin holê. 

Ji bo averêkirina vê mijarê taxut pir zêde hewlên taybet nîşan didin. Ji ber van hewlên wan û gumanên ku belamên wan didin pêş emê hin xisûsên din îzah bikin.

Dawîya Beşa (11.) Yanzdemîn

Dê Berdewam Bibe Înşâallah


[1] .Zumer: 17

[2] .Nahl: 44

[3] .Nahl: 36

[4] .Mumtehîne: 04

[5] .Nahl: 120-123

[6] .Baqara: 130

[7] .Enbiya: 51

[8] .Mumtehîne: 04

[9] .Tewbe: 23

[10] .Kafîrûn: 01-06

[11] .Nahl: 36

Bu Sayfayı Paylaş :