Ji Bo Muwehhîdên Dilsoz Meala Qur’ana Pîroz

اِنَّا نَحْنُ نَزَّلْنَا الذِّكْرَ وَاِنَّا لَهُ لَحَافِظُونَ

“Bêşik me zikir (Qur’an) nazil kirîye. Birastî parêzvanê wê jî em in.”[1]

Meala Tirkî: Ebû Hanzele (Halis Bayancuk)

Wergera Kurdî: Osman Sadıkoğlu

Sûreya Fatîhe

Ev sûre li Mekkeyê nazil bûye û heft ayet e.

Sûreya Fatîhe; di mahîyeta muqaddîmeya/pêşgotina Qur’anê de ye. Vegotinên bi qasî dirêjahiya vê Kitêbê de têne qisekirin di sûreya Fatîhe de bi kurtahî xulase bûne. Ew mijar ev in:

Bitenê û bi awayeke lêhatî hemd û tazîma Allah (cc).

Ji bo Esma û Sifetên Allah ên herî xweşik bên naskirin.

Bawerîya axîretê.

Tewhîd (Di zat û sifetên wî de yekgirtina Allah û qet bi tu awayî şirîk neçêkirina jê re û nedayîna hin sifetên wî ji heyîn ên din re.)

Herûdaîm daxwazîya hîdayetê ji Allah û xebatkirina ji bo mayîna li ser rêya rast.

Naskirin û mînak girtina rehber û rêzanên hîdayetê.

Cihû û Filleh di ser de, danasîn û dûrketina pêşîvanên dalalet û rêşaşîyê.

بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ (1)

1. Er-Rahmân ve Er-Rahîm olan Allah’ın adıyla (okumaya başlıyorum).

1. Bi navê Allahê Rahman û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَم۪ينَۙ (2)

2. Hamd, âlemlerin Rabbi olan Allah’a mahsustur.

2. Hemd (Pesn/Sena) bitenê aîdê Allah e ku ew Rabbê hemû aleman e.

اَلرَّحْمٰنِ الرَّح۪يمِۙ (3)

3. (O,) Er-Rahmân ve Er-Rahîm’dir.

3. (Ew) Rahman û Rahîm e.

مَالِكِ يَوْمِ الدّ۪ينِۜ (4)

4. Din (Ahiret) Gününün sahibidir.

4. Xwedîyê roja dîn (axîret) e.

اِيَّاكَ نَعْبُدُ وَاِيَّاكَ نَسْتَع۪ينُۜ (5)

5. Biz, yalnız sana ibadet eder ve yalnız senden yardım dileriz.

5. Em, tenê ji te re îbadet dikin û em tenê ji te alîkarîyê dixwazin.

Ev ayet di aqîda tewhîdê de bîwara/boyûta amelê eşkere dike. Lewre tewhîd; bi dilsozî abdîtîya ji Allah (cc) re ye ku ew jî di zat û sifet û fiêlên wî de bi bawerîya yekgirtina Allah (cc) pêk tê. Bi awayekî din, di ulûhîyetê de û di rubûbîyetê de û di esma û sifetan de bawerî anîna Allahê wahîdu”l ehed e. Her wiha bê şirîk çêkirin teqdîma abdîtîya ji Allah (cc) re ye. Di Qur’anê de ayetên ku tewhîdê vedibêjin/îzah dikin ev in:

Tewhîd; bawerî anîna ji Allah (cc) pê ve qet tu îlâh tune ku layîqê îbadetê ye.[2]

Tewhîd; red kirin û dûr ketina ji wan taxutan (û ji abdên wan taxutan) ku ji Allah (cc) pê ve wek îlâh tên girtin û hin sifetên Allah (cc) didin wan û li dij Allah (cc) ji hedê xwe diborin.[3]

Tewhîd; tenzih kirina Allah (cc) ji nisbeta zarokan û ji wê bawerîya şirkê ku di karûbarên Allah (cc) de alîkarên/destekarên wî hene.[4]

Tewhid; çawa ku di xulîqandinê de wahîdu”l ehed e; di qanûnçêkerî de û di mijara tesbîta helal û heraman de jî bawerî anîna yekîtîya Allah e. Gotina “Hakimîyet/Serwerî tenê bitenê aîdê Allah (cc) e.”[5]

Tewhîd; teqdîm kirina amelên bi ziman û bi beden û bi qelb ji Allah (cc) re ye. Daxwazîya razîbûna wî û jê re neçêkirina şirîkan e.[6]

Tewhîd; bawerî anîna wê ye ku feyde û zerar bi temamî di deste Allah (cc) de ye û di rihetî û di astengîya de tenê bitenê ji Allah (cc) re dest vekirin û dûa ye.[7]

Tewhîd; bi vê awayê bawerîyeke bi Allah (cc) ku ew bê heval û bê manend û bê mîsal e. Û ji teretureyên bê agahî û bêhûrmetî yên der heqê Allah (cc) de, xwe parastin e. [8]

Tewhîd; di her kar û barî de dost û welî û wekîl girtina Allah (cc) e. Hestkirina bi xurtahî ku em feqîr in û hewceyê wî ne û di her îş û beralîbûnên xwe de îstîane/alîkarî xwestina jê ye.[9]

اِهْدِنَا الصِّرَاطَ الْمُسْتَق۪يمَۙ (6)

6. Bizi sırat-ı mustakime/dosdoğru yola hidayet et.

6. Me bigihîne sîrate’l mustaqîm (ser rêya rast).

صِرَاطَ الَّذ۪ينَ اَنْعَمْتَ عَلَيْهِمْۙ غَيْرِ الْمَغْضُوبِ عَلَيْهِمْ وَلَا الضَّٓالّ۪ينَ (7)

7. Kendisine nimet verdiklerinin yoluna (ilet). Gazaba uğramış ve sapkınların (yoluna) değil.

7. (Me bigihîne) rêya wan kesên ku te nîmet daye wan, ne rêya wan kesên ku xezeb li wan hatîye kirin û ew ên ketine dalaletê/rêşaş in.

Ew ên xwedî nîmet; çawa ku di sûreya Nîsa di ayeta 69. de dibore, pêxember û siddîq û şehîd û kesên salih in. Di sunnetê de diyar bûye ku kesên xezeb li wan bûye Cihû ne; yên ehlê dalaletê jî Fille ne.[10]

 

[1] .15/Hîcr, 9

[2] .Bnr. 2/Baqara, 163; 21/Enbîya, 22

[3] .Bnr. 2/Baqara, 256; 16/Nahl, 36; 60/Mumtehîne, 4

[4] .Bnr. 17/Îsra, 111; 34/Sebe, 22

[5] .Bnr. 7/A’raf, 54; 12/Yûsuf, 40; 18/Kehf, 26

[6] .Bnr. 6/En’am, 162-163

[7] .Bnr. 6/En’am, 17; 2/Baqara, 186; 40/Mûmîn, 60; 46/Ahqaf, 5-6

[8] .Bnr. 19/Meryem, 62; 42/Şûra, 11; 16/Nahl,74

[9] .Bnr. 6/En’âm, 14, 102; 21/Enbiya, 112, 35/Fâtır, 16; 73/Muzzemmîl, 9

[10] .Tirmizî, 2954, Ji Adîy b. Hatîm