Dı Çarçoveya Tevhîdê Û Dı Maneya Îbadetê De Dûa Û Îteat

 

Beşa (5.) Pêncemîn

Belê, eger mirovek rayeya hakimîyetê bitemamî bide Allah, tê vê manê ku ew kes tenê bi tenê ji Allah re îbadetê dike. Weke din, eger vê rayeyê bide hin kesên din, di vê rewşê de ew êdî wî kesî an wî tiştî ji Allah re şerîk çêkirîye û îbadetê jî li wî dike.

Dı Maneya Îbadetê De Bıkaranîna Duayê

وَقَالَ رَبُّكُمُ ادْعُونِي أَسْتَجِبْ لَكُمْ إِنَّ الَّذِينَ يَسْتَكْبِرُونَ عَنْ عِبَادَتِي سَيَدْخُلُونَ جَهَنَّمَ دَاخِرِينَ

“Rebbê we wiha got: ‘Ji min re dua bikin ku ez duayên we qebul bikim. Ew ên tenezzûl nakin ji min re îbadet bikin û quretîyê dikin hene; wê bi rezîlî û riswatî bikevin cehennemê.” [1]

Ev ayet bi fermana “Ji min re dua bikin…” dest pê dike, piştre bi “Ew ên ku tenezzûl nakin ji min re îbadet bikin û quretîyê dikin hene…” didome.

Ev jî dibe delîl ku “Dua” li îndallah îbadet bixwe ye. Digel vê yekê di tefsîra vê ayetê de Tirmizî û Ebu Dawud, ji Numan b. Beşir -radiyallahanh- vê hedisê neqil dikin. Resûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- wiha gotîye:

“Dua mixê îbadetê ye” [2]

Resûllullah -aleyhîssalâtuwesselâm- piştre vê ayete xwend:

ووَقَالَ رَبُّكُمُ ادْعُونِي أَسْتَجِبْ لَكُمْ إِنَّ الَّذِينَ يَسْتَكْبِرُونَ عَنْ عِبَادَتِي سَيَدْخُلُونَ جَهَنَّمَ دَاخِرِينَ

“Rebbê we wiha got: ‘Ji min re dua bikin ku ez duayên we qebul bikim. Ew ên tenezzûl nakin ji min re îbadet bikin û quretîyê dikin hene; wê bi rezîlî û riswatî bikevin cehennemê.” [3]

Weke xuya dibe; Resûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- xwe dispêre vê ayetê û wiha dibejê:

“Dua îbadet bixwe ye.”

Me berê de diyarkir ku maneya peyva tewhîdê di îbadetê de yekgirtina, yanê tewhîdkirina Allah e û înkarkirina her tiştên ji xeyrî wê ye. Madem dua îbadet e, belê rewşa wan kesên ku li ser gumbet û zîyaretên kesên qenc û salih de ji wan re dua dikin wê çawa çêbe? Ew kes in ku di astengîyê de dimînin berî Allah -azze we celle- Şex Abdulqadir Gêlanî tê bîra wan û îmdad û hewarîya xwe jî digêjînin wan. Ev rewşa wan bixwe jî, di navbera gotina wan a “Lâîlâheîllallâh” û ev amelên ku dikin de nakokîyeke dijwar e.

Hâl ev e ku; mirî an zindî, ew kesên wek qenc û salih tên zanîn û dûa li wan tên kirin bixwe jî, di bin axa sar de rehîn û mehkûmê guneh û xetayên xwe ne.

Rewşa civaka me wisane ku bi vê halê xwe ketine nakokîyeke pir dijwar. Li alîyekî peyva tewhîdê tînin ser ziman û li alîyê din tazîm û duayan ji kesên mirî re dikin.

Tiştên bi ziman dibêjin di amelên xwe de ziddê wê dikin û berevaj hereket dikin. Xwezîka ew însanên belengaz maneya peyva tewhîdê bi qasî Ebû Cehil jî fêm bikirana!

Mîsala ev çeşîd însanan dişibe wî mirovê ku destê wî ji nav berîkên xelkê dernakeve, lê ew bixwe dibêje “Ez ne dizim!”

Ev kes jî, wê bi ziman bêjin “Laîlaheîllallah!” yanê “Em ji Allah pê ve îbadetê ji tu kesî re nakin” piştre jî wê biçin ser wan gumbet û zîyaretan û bi duayan û bi hewar û gazîkirin û bi tazîmê ji hinek mirîyan re îbadetê bikin û wê bi vê halê xwe yê şirkê ji wan deran derkevin!

Emê çend ayetên Allah -azze we celle- ji wan kesên ku destên xwe ji Allah pê ve ji kesên din re vedikin û lavayî dikin û hêvî û hewarîya xwe digêjînin wan û bi wan îstîaze dikin re bixwînin:

لَهُ دَعْوَةُ الْحَقِّ وَالَّذِينَ يَدْعُونَ مِنْ دُونِهِ لَا يَسْتَجِيبُونَ لَهُمْ بِشَيْءٍ إِلَّا كَبَاسِطِ كَفَّيْهِ إِلَى الْمَاءِ لِيَبْلُغَ فَاهُ وَمَا هُوَ بِبَالِغِهِ وَمَا دُعَاءُ الْكَافِرِينَ إِلَّا فِي ضَلَالٍ

“Duayên heq ji wî tenê re têne kirin. Ew ên ji xeynî Allah ji wan re lavayî tên kirin jî, bi tu şiklî nikarin cewabê bidîn wan. (Rewşa wan) wek rewşa wî kesî ye ku ji bo ku av bê devê wî, her du çengên/misten xwe dirêjî avê dike. (Lê heta ku ew çenga xwe tije av neke û nebe ber devê xwe) av nakeve devê wî. Duayên kafiran jî wiha pûç û betal in.” [4]

فَمَنْ أَظْلَمُ مِمَّنِ افْتَرَى عَلَى اللَّهِ كَذِبًا أَوْ كَذَّبَ بِآَيَاتِهِ أُولَئِكَ يَنَالُهُمْ نَصِيبُهُمْ مِنَ الْكِتَابِ حَتَّى إِذَا جَاءَتْهُمْ رُسُلُنَا يَتَوَفَّوْنَهُمْ قَالُوا أَيْنَ مَا كُنْتُمْ تَدْعُونَ مِنْ دُونِ اللَّهِقَالُوا ضَلُّوا عَنَّا وَشَهِدُوا عَلَى أَنْفُسِهِمْ أَنَّهُمْ كَانُوا كَافِرِينَ

“Ma ji wan kesên ku derew li Allah kirine û ayetên wî derewandîne zalimtir kî heye? Nesîbê wan ê di kîtêbê de, digihîje wan (Ji berê de ji wan çi rizq teqdîr bûye wî dibînin û bi qasî ûmrê ji wan re hatîye nivîsandin dijîn.) dema qasidên me tên cem wan dibêjin: “Kanê ew ên we ji Allah pê ve ji wan re lavayî dikir?” Ew jî dibêjin: “Ji me dûrketin, çûn.” Jixwe di xisûsa kafirîya xwe di aleyha xwe de şahidî kiribûn.” [5]

وَلَا تَدْعُ مِنْ دُونِ اللَّهِ مَا لَا يَنْفَعُكَ وَلَا يَضُرُّكَ فَإِنْ فَعَلْتَ فَإِنَّكَ إِذًا مِنَ الظَّالِمِينَ َ

وَإِنْ يَمْسَسْكَ اللَّهُ بِضُرٍّ فَلَا كَاشِفَ لَهُ إِلَّا هُوَ وَإِنْ يُرِدْكَ بِخَيْرٍ فَلَا رَادَّ لِفَضْلِهِ يُصِيبُ بِهِ مَنْ يَشَاءُ مِنْ عِبَادِهِ وَهُوَ الْغَفُورُ الرَّحِيمُ

“Ji xeynî Allah lavayî (dua) li wan (îlah) ên ku kâr û ziyana wan nagihîje te, neke. Eger tu wisan bikî bi rastî tu yê bibî ji zilimkaran.

Eger Allah, zirarekê bide te, ji xeynî wî, yê ku wê ji ser te rake tune. Eger ji bo te xêrekî bixwaze, yê ku fezl (û rehma) wî ji ser te rabike tune. Ew ji kî re bixwaze xêra xwe dide wî. Ew xefûr û rehîm e.” [6]

إِنْ تَدْعُوهُمْ لَا يَسْمَعُوا دُعَاءَكُمْ وَلَوْ سَمِعُوا مَا اسْتَجَابُوا لَكُمْ وَيَوْمَ الْقِيَامَةِ يَكْفُرُونَ بِشِرْكِكُمْ وَلَا يُنَبِّئُكَ مِثْلُ خَبِيرٍ

“Eger hûn gazî wan (pûtan) bikin ew deng û banga we nabihîzin. Eger bibihîzin jî, nikarin cewabê bidîn we. Roja qiyametê jî, şirîkatîya we (bi wan dikir) înkar dikin…” [7]

Îbadet, şamile temamê qadên jîyana însanan e. Her kar û qalên ku Allah azze we celle jê hez dike û emir kiriye û jê razî ye îbadet e.

Muslîm ew kes e, bi bîrewerîya ku temamên qadên heyatê îbadete û berê xwe dide Allah azze we celle. Kesê mûmîn dûayên nimêja wî û qurbana wî û amelên wî bi kurtahî her tiştên wî ji bo Allah e. Ew Allahe ku bê şerîk û bê heval e.

Dı maneya îbadetê de bıkaranîna îteatê

أَلَمْ أَعْهَدْ إِلَيْكُمْ يَا بَنِي آَدَمَ أَنْ لَا تَعْبُدُوا الشَّيْطَانَ إِنَّهُ لَكُمْ عَدُوٌّ مُبِينٌ

وَأَنِ اعْبُدُونِي هَذَا صِرَاطٌ مُسْتَقِيمٌ

“Gelî zaroyên Âdem! Ma min ji we re negotibû; ji şeytan re îbadetê nekin, Lewre ew ji we re neyarekî eşkere ye!

Îbadetê (bitêne) ji min re bikin, rêya rast ev e.” [8]

Allah azze we celle di vê ayetê de ji me re emir dike ku “Ji şeytan re îbadetê nekin”. Ekserîyeta mûfessîran diyar kirine ku ev lefza “îbadet” ê di maneya îteatê de hatîye gotin.[9] Belê, însan bi qesta mercî an meqama îteatê tiştekî ji xwe re xuya kiribe ew tişt di wê demê de jê re dibe mercî û meqama îbadetê jî. Însan, li gor kîjan qanûnan jîyana xwe tenzîm bike û bidomîne û ji kî re îteata mutleq bike tê maneyekî ku ji wî re îbadet jî dike. Îteata mutleq bitenê ji Allah re û piştre jî ji Resûlullah sallallahu aleyhi ve sellem re tê kirin. Sebebê îteata ji Resûlullah re, ji bo ku di vê mijarê de Allah wiha ferman kiriye, ew e.

Rêveber û kargerên îro îteata mutleq ne ji Allah azze we celle re, bes ji rêxistinên navneteweyî re weke “Neteweyên Yekbûyî” (NY)[10] re dikin. Di vê rewşê de ew jî bi vê îteatê dibin evd û bendeyên wan.

Der heqê îteatê de sînorê meşrû hene. Yanê tu kes ji kesekî din re wek mutleq îteat nake. Welew ku ew kes dê û bav an jî rayedarên meşrû bibin jî rewş ev e. Lewre Resûlullah aleyhîssalâtuwesselâm wiha ferman kirîye:

“Di mijarekî ku tê de ji Allah re îsyan hebe, qethîyen ji tu mexlûqatî re îteat tune.” [11]

Her kî be bila bibe, îteata mutleq li wan rêveberîyên ku meşrûîyeta xwe ji şer’a şerîf nastînin an jî teşwîq û emrê îsyana ji Allah azze we celle re dikin wî kesî, ewana wek îlâh qebûl kirîye û bi vê helwestên xwe îbadetê li wan dike. Lewre îteata mutleq tenê bitenê enceq ji Allah re tê kirin.

Ew Firewnê bi veşarîtî an jî bi eşkerehî dozdarîya îlahtîyê dikin, di her halûkarî de ji gelên xwe îteata mutleq dixwazin. Karek an kelâmekî bê destûra wan bê gotin an bê kirin, ji teref wan ve dê wek sûceke giran bê nirxandin. Qisseya Sêhrbâzên Firewn di vê mijarê de mînak e. Wextê ku sêhrbaz îmân tînin, îtîraza Firawn di dema ewîl de ne li îmân anîna wan bû. Îtîraza Firewn ev bû ku, sêhrbâzên wî çima bê destura wî bi Musa aleyhîsselâm îmân anîbûn.

قَالَ فِرْعَوْنُ آَمَنْتُمْ بِهِ قَبْلَ أَنْ آَذَنَ لَكُمْ إِنَّ هَذَا لَمَكْرٌ مَكَرْتُمُوهُ فِي الْمَدِينَةِ لِتُخْرِجُوا مِنْهَا أَهْلَهَا فَسَوْفَ تَعْلَمُونَ

لَأُقَطِّعَنَّ أَيْدِيَكُمْ وَأَرْجُلَكُمْ مِنْ خِلَافٍ ثُمَّ لَأُصَلِّبَنَّكُمْ أَجْمَعِينَ

“Firewn (ji wan re) got: ‘Ma ez îznê nedîm we jî, hûn bi wî îmân tînin? Ev dafik e, ji bo ku ehlê vî bajarî ji vir derxînin, we ev dafik çêkirîye. Lê hûnê di nezîk de (wê çi were serê we) bibînin.

Bi rastî ez ê dest û pîyê we çeprastî jêbikim û paşê ez ê we hemûyan bi darda bikim.” [12]

Di ronahîya vê ayetê de divê em jî pir dîqat bikin da ku em bizanibin di vê manê de îteata me ji kî re ye û ji çi re ye? Bi talîmatên yekser an neyekser kî îstîqametê dide kar û barên me û jîyana me?

Divê ku em vê xalê (vê nuqteyê) îzah bikin.

Gelo her çeşîdê îteata ji şeytan re û ji kafiran re dikeve çarçoveya şirkê?

Emê cewaba vê pirsê wek madeyan birêz bikin.

Ew kesên ku şeytan û rêveberîyên kafir wek meqam û mercîên meşrû dibînin û îteata li wan lixwe ferz dinirxînin, evana ji Allah azze we celle pê ve hin kesên din ji xwe re wek îlâh girtine.

Ew kesên di mijara şîrkê de û di emrê wan rêveberîyên kûfrê û şeytan de îteatê li wan dikin, evana bi van tevgerîn û helwestên xwe dibin mûşrîk.

Ew kesên ku şeytan û rêveberîyên kûfrê wek mercîê îteatê nabînin (û vîya qebûl jî nakin) û di emrê wan ên gayrîşer’î de îteatê li wan nakin lê tevlî tiştên ku Allah azze we celle heram kirine ew jî wek heram qebûl dikin û bitenê di vê çarçovêde îteatê li wan dikin, evana mûmînên gunehkar in.

Dawîya Beşa (5.) Pêncemîn

Dê Berdewam Bibe Înşaallah…

 

 

[1]       .   40/Mumîn, 60

 

[2]       .   Tirmizî, 3247; Ebû Dawûd, 1479.s

 

[3]       .   40/Mumîn, 60

 

[4]       .   13/Rad, 14

 

[5]       .   7/Araf, 37

 

[6]       .   10/Yunûs, 106-107

 

[7]       .   35/Fatir, 14

 

[8]       .   36/Ya-Sîn, 60-61

 

[9]       .   Bnr. Zadu’l Mesîr, Sûreya Yâ-Sîn, ayeta 60.

 

[10]      .   BM (Birleşmiş Milletler)

 

[11]      .   Bûxarî, 7144, 7145, 7257

 

[12]      .   7/Araf, 123-124

Önerilen makaleler

İlk Yorumu Sen Yap

Cevap Ver