Loader
Tevhid Kitap
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Îsbata Îdîaya Îmanê Bı Pêkanîna Amelan E Sayfa : 63 / Yazar : Osman SADIKOĞLU

Şertê (6.) Şeşemîn:

Amelkirina Bi Hewcetîyên Kelîmeya Tewhîdê

Lâîlâheîllallah; îsbata ulûhîyetê ji Allah re û nefya ulûhîyetê ji tiştên xeyrî Allah e. Ulûhîyet, bi ubûdîyetê re hemwate ye/di eynî maneyêde ye. Soz û ehd dayîna abdîtîya ji Allah re ye. Ew qewlê Lâîlâheîllallah ku tê de abdîtî û taat tune be, ew weke gotineke zipîzuwa ye, bê sûd û bê feyde ye. Kesê ku Lâîlâheîllallah bîne ser ziman lê belê bi amelên salih abdîtîya xwe teqdîmê Allah neke, ev rewşa wî tê vê maneyê ku fiêlên wî qewlên wî diderewîne.

قُلْ اَط۪يعُوا اللّٰهَ وَالرَّسُولَۚ فَاِنْ تَوَلَّوْا فَاِنَّ اللّٰهَ لَا يُحِبُّ الْكَافِر۪ينَ

“Bibêje, ‘Îteata Allah û Rasûlê wî bikin. Eger ew jê rû vegerînin, bi rastî Allah ji kafiran hez nake.” 

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اَط۪يعُوا اللّٰهَ وَرَسُولَهُ وَلَا تَوَلَّوْا عَنْهُ وَاَنْتُمْ تَسْمَعُونَۚ

“Gelî ew ên îman anîne! Îteata Allah û Rasûlê wî bikin. Piştî ku we seh kir rû jê nezivirînin.” 

Hewcetîyên Lâîlâheîllallah, ew tiştên delâletê mane û şertên wê dikin, ew in. Ew kesên hetanî van rêzan tiştê ku me anîn ser ziman, îman bi wan anîbe û bi ziman bêje lê bi hewcetîyên wan amel neke ji gotin û bilêvkirina Lâîlâheîllallahê tu feyde nabîne. Lewre tiştên dibin mijara îmanê divê di heman demê de şewqa xwe bide heyata însan. Ger ne wisan be qet tu maneya gotin û bilêvkirinê çênabe.

Wek mîsal; di mijara rayedarîya qanûnçêkerîyê û hukim dayînê de xwedî rayedar bitenê Allah bê qebûl kirin, ev bixwe jî îbadet e. Mirovek vêya qebûl bike lê belê di heyata xwe de tetbiq neke, tu maneya wê pejirandina wî ya di mijarên din de namîne. Mesela Allah -azze we celle- ji bo ewan kesên ku îmkana darizandina hukmê şer’ê heye û ligel vê diçin mehkemeyên taxutan muhakeme dibin re wiha ferman dike:

اَلَمْ تَرَ اِلَى الَّذ۪ينَ يَزْعُمُونَ اَنَّهُمْ اٰمَنُوا بِمَٓا اُنْزِلَ اِلَيْكَ وَمَٓا اُنْزِلَ مِنْ قَبْلِكَ يُر۪يدُونَ اَنْ يَتَحَاكَمُٓوا اِلَى الطَّاغُوتِ وَقَدْ اُمِرُٓوا اَنْ يَكْفُرُوا بِه۪ۜ وَيُر۪يدُ الشَّيْطَانُ اَنْ يُضِلَّهُمْ ضَلَالًا بَع۪يدًا 

“Te wan kesan ne dît ku dibêjin ew tişt ên ku ji te re nazil bûye û yên berîya te nazil bûne me îman bi wan anîye? Digel ku ew bi înkar kirina taxût hatibûn emirkirin (lê belê) muhakemeya li ber taxût daxwaz dikin. Halbukî şeytan dixwaze bi tevahî berê wan bide bi rêşaşîyê ve.”

Allah -azze we celle- der heqê wî kesê ku di mijarên lihevnekirinê de serî li hukmê şer’ê nade û ji hukmê ku Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- daye bi dilpakî napejirîne wiha ferman dike:

فَلَا وَرَبِّكَ لَا يُؤْمِنُونَ حَتّٰى يُحَكِّمُوكَ ف۪يمَا شَجَرَ بَيْنَهُمْۙ ثُمَّ لَا يَجِدُوا ف۪ٓي اَنْفُسِهِمْ حَرَجًا مِمَّا قَضَيْتَ وَيُسَلِّمُوا تَسْل۪يمًا

“Na, Qesem bi Rebbê te, ew heta di lihevnekirîyên navbera xwe de te nekin hakem û paşê ji hûkmê te dayî re tu tengezarîyekê jî di dilê xwe de nebînin (û ew hûkmê te dayî re) ji dil teslîm nebin, wan îman neaniye.”

Allah -azze we celle- hewcetîya teslîmîyet îttîbaa Kîtêba xwe diyar dike û piştre jî der heqê wan kesên ku pê hukim nakin wiha dibêje:

وَاَنْزَلْنَٓا اِلَيْكَ الْكِتَابَ بِالْحَقِّ مُصَدِّقًا لِمَا بَيْنَ يَدَيْهِ مِنَ الْكِتَابِ وَمُهَيْمِنًا عَلَيْهِ فَاحْكُمْ بَيْنَهُمْ بِمَٓا اَنْزَلَ اللّٰهُ وَلَا تَتَّبِعْ اَهْوَٓاءَهُمْ عَمَّا جَٓاءَكَ مِنَ الْحَقِّۜ لِكُلٍّ جَعَلْنَا مِنْكُمْ شِرْعَةً وَمِنْهَاجًاۜ وَلَوْ شَٓاءَ اللّٰهُ لَجَعَلَكُمْ اُمَّةً وَاحِدَةً وَلٰكِنْ لِيَبْلُوَكُمْ ف۪ي مَٓا اٰتٰيكُمْ فَاسْتَبِقُوا الْخَيْرَاتِۜ اِلَى اللّٰهِ مَرْجِعُكُمْ جَم۪يعًا فَيُنَبِّئُكُمْ بِمَا كُنْتُمْ ف۪يهِ تَخْتَلِفُونَۙ

“(Ya Muhammed!) Me ji te re ji bo ku kîtêbên berî xwe tesdîq bike û şhidîyê bike kitêb (Qur’an) nazil kir. Nexwe di navbera wan de bi tiştê Allah nazil kirîye hukim bide û rû ji heqîya ku ji te re hatîye nevegerîne û nede pey hewa û hewesa wan. Me ji we her yekî re şerîetek û rêyek diyar kir. Eger Allah bixwesta wê hûn bikirana yek ûmmetek bi tenê. Lê tiştê daye we, ji bo îmtîhanê ye. Êdî di xêran de bilezînin. Vegera we hemûyan bi bal Allah ve ye. Wê, agahîya wan tiştên ku hûn li ser bi hev ketibûn bide we.” 

Allah -azze we celle- der heqê ewan kesên ku ji vê ummetê ne û girêdayîbûna ehd û peymana dane Allah û Rasûlê wî pêk naynin wiha ferman dike:

وَيَقُولُونَ اٰمَنَّا بِاللّٰهِ وَبِالرَّسُولِ وَاَطَعْنَا ثُمَّ يَتَوَلّٰى فَر۪يقٌ مِنْهُمْ مِنْ بَعْدِ ذٰلِكَۜ وَمَٓا اُو۬لٰٓئِكَ بِالْمُؤْمِن۪ينَ

“Dibêjin: ‘Me îman bi Allah û rasûlê wî anî û îteat kir. Paşê qisimek ji wan rû vedigerînin. Ewana îman neanîye.”

Allah -azze we celle- îmana wan kesan diderewîne ku dibêjin ‘me îman anîye û em îteatê dikin’ piştre jî ji îteatê rû vedigerînin. Di ayetên Qur’anê de dema ku behsa redkirina îmanê dibore ev rewş wek lêkera (bi fiêla) “derewandin” tê beyankirin. Terka îteatê jî wek ‘rûvegerandin’ rave dibe. Allah -azze we celle- di vê ayetê de bitenê rûvegerandina piştî îman û (îdîaya) îteatê zikir dike. Ev jî bi me dide zanîn ku ew kesên îdîaya wan a îmanê tê derewandin ji ber ku ji îteatê rûvegerandine bi vê encamê re rû bi rû mane. Allah -azze we celle- di ayetekî de wiha ferman dike:

 وَلٰكِنْ كَذَّبَ وَتَوَلّٰىۙ فَلَا صَدَّقَ وَلَا صَلّٰىۙ

“Lê wî ne tesdîq kiribû û ne jî, nimêj kiribû. Lê wî derewand û rûvegerand.”

Weke ku ji ayetê fêm dibe; di muqabilê rastandinê de derewandin û di muqabilê nekirina nimêjê de jî rûvegerandin tê zikirkirin. Ev jî dibe delîlê raveya ew ayeta ku me li jor behsa wê kiribû. Di vê ayetê de ew kesên îmana wan tê derewandin, ne ji ber ku ketine kufrê, berevaj, ji ber ku ji îteatê rûvegerandine ketine wê rewşê. Lewre îman, amel bixwe ye. Ew bawerîya ku di qelb de cih girtîye, bi azayên mirov tê tesdîqkirin.

Birastî di dirêjahîya dîrokê de derewê herî kîret ew e ku, îman li tesdîqê tê vegerandin û bêqîmet kirina amelên salih e. Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- tefsîra îmanê wiha dike:

“Ez li we îmanê emir dikim. Hûn dizanin ka îman çiye? Îman; şadehîya ji xeynî Allah tunebûna îlahan e û şadehîya ku Muhammed Rasûlê wî ye û kirina nimêjê ye û dayîna zekâtê ye û girtina rojîya meha remezanê ye û dayîna ji pênca yek a ji xenîmetê ye.” 

Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- dema îmanê hînî însanan dikir, weke ku ji vê hedîsên jî fêm bû, îman bi amel re îzah kirîye. Ev jî nîşan dide îman ew tişte ku bi kelîmeya tewhîdê re amelên salih jî bê kirin. Herweha ev rewş wê bıbe sebeb ku însan ji Lâîlâheîllallah feyde wergirin û gotinbêjê xwe bigihîjîne bihuştê û dê wî ji ezaba bêdawî ya dojehê biparêze.

Ew kesên ku dikevin bihuştê, bi amelên xwe yê salih tên pêşwazkirin û ji wan re tê gotin ku tiştê ewana gihandîye bihuştê amelên wan ên salih in ku ew amelên wan muwafiqê kelîmeya tewhîdê bûn.

 وَنُودُٓوا اَنْ تِلْكُمُ الْجَنَّةُ اُو۫رِثْتُمُوهَا بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ É

“… Wê li wan wiha bê nîdakirin: ‘Ji ber amelên we yê salih, ew bihuşta hûn jê re bûne waris, ev e.”

اَلَّذ۪ينَ تَتَوَفّٰيهُمُ الْمَلٰٓئِكَةُ طَيِّب۪ينَۙ يَقُولُونَ سَلَامٌ عَلَيْكُمُۙ ادْخُلُوا الْجَنَّةَ بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ

“Dema melâîket bi xweşî canê wan distînin dibêjin: ‘Silav li we, ji ber amelên xwe ve bikevin bihuştê.” 

فَاكِه۪ينَ بِمَٓا اٰتٰيهُمْ رَبُّهُمْۚ وَوَقٰيهُمْ رَبُّهُمْ عَذَابَ الْجَح۪يمِ كُلُوا وَاشْرَبُوا هَن۪ٓيـًٔا بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَۙ

“Bi tiştê ku Rabbê wan daye wan, kêf û sefayê de ne. Rabbê wan, ew ji ezabê dojehê parastine. Ji ber amelên xwe, bi noşîcanî bixwin û vexwin.”

Ev, kelamên pêşwazîyê ne ku wê ehlê cennetê li ber derîyê bihuştê bi van kelamên xweş pêşwaz bibin. Em tev dizanin ku ew tiştê ku wan hetanî wê derê birîye, kelîmeya tewhîdê ye. Lê ew bi amelên xwe yê salih tên pîrozkirin. Çima gelo? Lewre di kelîmeya tewhîdê de tiştê herî zor û giran amelkirina pê ye û jîyîna heyateke li gor kelîmeya tewhîdê ye. Îman anîn û bilêvkirina bawerîyê tiştê herî hêsan e. Amel kirina li gor îmanê, bilxese di vê esrê de tiştekî pir zor e. Hetanî em dikarin bêjin ku ev rewş, weke ku mirovek, gomlekeke/qutikeke ji agir li xwe bike. Ji ber vê yekê (Allahuâlem) kesên muwehhîd wê li ber derîyê bihuştê bi amelê xwe pêşwazî lê tê kirin. ​​​​​​​

Bu Sayfayı Paylaş :