Loader
Küfrün Karanlıklarından, Vahyin Aydınlığına...

Bi Mane Û Bi Şert Û Bİ Bergeha Wê Ve Lâîlaheîllallâh Taybetîyên Taxut

Osman SADIKOĞLU 2020-04-06

Beşa (10.) Dehemîn

c.) Taybetîya Taxût A Sêyemîn Û Îzahata Wî:

Ew Rêyên Ku Têkoşîna Tê De Ne Ji Bo Allah In û Artêşên Di Wê Rêyê De Hatîne Sazkirin.
 

اَلَّذينَ اٰمَنُوا يُقَاتِلُونَ في سَبيلِ اللّٰهِ وَالَّذينَ كَفَرُوا يُقَاتِلُونَ في سَبيلِ الطَّاغُوتِ فَقَاتِلُٓوا اَوْلِيَٓاءَ الشَّيْطَانِ اِنَّ كَيْدَ الشَّيْطَانِ كَانَ ضَعيفًا

"Ew ên ku îman anîne di rêya Allah de şer dikin û yên kafir jî di rêya taxût de şer dikin. Nexwe li hemberî dostên şeytan şer bikin; bêguman kemîn û hîleyên şeytan qels e.''1

Allah -azze we celle- di vê ayetê de behsa du rêya û yên ku di wan rêyan de şervan in dike.

Artêşa (Ordîya) yekemîn, ew kesên ku îman bi Allah -azze we celle- anîne û di rêya wî de cihadê dikin in.

Artêşa duyemîn jî, kafirên ku di rêya taxût de şer dikin in. Ji xeynî van her du artêşan pê de tu artêş tunin. Artêşa sisêyan tune. An artêşa Allah -azze we celle-, an ji artêşa taxût heye. Ji taybetîyên taxût yek jî ev e. Her artêşa li dij îslâm û ûmmeta îslâmê hatibe sazkirin û civandin ew artêşa taxûtî ye û leşkerên wî ordîyê jî/wî artêşê jî kafir in.

Ev, ji sûnnetullah e. Yanê qanûnên Rabbanî ye. Di sûnnetullahê de tu guherîn tune. Li alîyekî artêşa Allah -azze we celle- ku ev artêş ji kesên muwahhîd pêkhatî ne. Li alîyê din jî artêşa li dijî wan, artêşa ji wan kesên ku evdên fikr û ramanên pûç û betal in.

Êrê, kesê ku bixwaze bibe ji muwahhîdan, divê artêşa taxûta red bike. Divê bi biryardarî/bi qerardarî red bike da ku ji şertên îmanê a 'Înkarkirina taxût' pêk bîne. Çawa ku înkarkirina taxût şertê îmanê a yekemîn e, tekfîr kirin û dûr ketina ji artêşa şeytan jî ji bo înkara taxûtan şerta yekemîn e.

Ji wan artêşên ku meşruîyeta wê ne spartîyê Allah'e -azze we celle- yek jî artêşa Fîrawn e.

Em ê li artêşa Firewn ku ew di dirokê de taxûtekî bi tescîl e binêrin û ji şerîeta îslamê hin mîsalan bidin.

Firewn, bi delâleta Qur'anê taxûtekî bi tescil e.

اِذْهَبْ اِلٰى فِرْعَوْنَ اِنَّهُ طَغٰى

"Here cem Firewn, Lewre ew (pir) ser xwe ve çûye (tuxyan kiriye).''2

Firewn, weke taxûtên vê zemanê însanan jar û qels hiştîbû û kî dixwest dida kuştîn an jî winda dikir. Artêşên xwe jî ji qels û hêjaran saz kiribû. Ev artêş ji bo armanca Firewn timûdaim di nav şer û ceng de bûn.

اِنَّ فِرْعَوْنَ عَلَا فِي الْاَرْضِ وَجَعَلَ اَهْلَهَا شِيَعًا يَسْتَضْعِفُ طَٓائِفَةً مِنْهُمْ يُذَبِّحُ اَبْنَٓاءَهُمْ وَيَسْتَحْي نِسَٓاءَهُمْ اِنَّهُ كَانَ مِنَ الْمُفْسِدينَ

"Bêguman Firewn li ser rûyê erdê di ser xwe ve çûye û xelqên wê ji hevdu kiribû parçe parçe. Komeki ji wan zeîf dihişt, kurên wan dikuşt û qizên wan sax dihişt. Lewre ew ji mûfsidan bû.''3

Allah -azze we celle-, dema ku Firewn û leşkerên wî zikir dike wan ji hevdu naveqetîne. Wî û leşkerên di nav artêşa wî de wek hevdu û di yek şikevîkekî de dinirxîne.

وَنُمَكِّنَ لَهُمْ فِي الْاَرْضِ وَنُرِيَ فِرْعَوْنَ وَهَامَانَ وَجُنُودَهُمَا مِنْهُمْ مَا كَانُوا يَحْذَرُونَ

"Û em divên wan li ser rûyê erdê hakîm (muqtedîr) bikin û em tiştên ku Firewn û Hâmân û leşkerên wan xwe jê diparastin, nîşanî wan bidin."4

وَاسْتَكْبَرَ هُوَ وَجُنُودُهُ فِي الْاَرْضِ بِغَيْرِ الْحَقِّ وَظَنُّٓوا اَنَّهُمْ اِلَيْنَا لَا يُرْجَعُونَ

"Firewn û leşkere wî li ser rûyê erdê bi neheqî dixwestin ku quretîyê bikin û ji wan we ye ku ew ê li me ne vegerin.''5

اِنَّ فِرْعَوْنَ وَهَامَانَ وَجُنُودَهُمَا كَانُوا خَاطِـ۪ٔينَ

"… Bêguman Firewn, Haman û leşkerên wan di rêya şaş de bûn.''6

Li van her sê ayeta bi baldarî bê nêrîn wê netîceyeke wiha derkeve:

Allah -azze we celle- Firewn û leşkerên wî ji hevdu neveqetandiye. Lê ya rast, leşkerên di artêşa Firewn de, ew bixwe ji wê civakê bûn ku Firewn li wan zordariyê dikir û wan parî dikir. Firewn û leşkerên wî çawa di hûkmê dinyayê de ji hevdu ne veqetiyane, dê li ezabê axîretê de jî hevpar bin û bi hev re bin.

فَاَخَذْنَاهُ وَجُنُودَهُ فَنَبَذْنَاهُمْ فِي الْيَمّ فَانْظُرْ كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ

الظَّالِمينَ

"Me jî ew û leşkerên wî girtin û me wan werkire behrê. De binêre encam û aqubeta zaliman ka çawa bûye!''7

Ew û leşkerên wî li dinyayê lanetî ne û li axîretê jî, ji ehlê ezaba bêdawî ne.

وَجَعَلْنَاهُمْ اَئِمَّةً يَدْعُونَ اِلَى النَّار وَيَوْمَ الْقِيٰمَةِ لَا يُنْصَرُونَ

وَاَتْبَعْنَاهُمْ في هٰذِهِ الدُّنْيَا لَعْنَةً وَيَوْمَ الْقِيٰمَةِ هُمْ مِنَ الْمَقْبُوحينَ

"Me ew kirin serokên (ku însanan) gazî bal agir ve dikin. Roja qiyametê wê arikarî li wan neyê kirin. Me li vê dinyayê lanet li pey wan xist. Roja qiyametê jî ew ji lanetîyan in.''8

Herê, çawa di van ayetên li jorê derbas bûn tê ditin ku Allah -azze we celle- wî Firewnê zalim û zordar digel leşkerên wî re bi yek qelemekî ji ser rûyê erdê tune kir. Hetanî di her merhaleya helak û ezabê de leşkerên wî jî pê re ne. Me di serê mijarê de jî diyar kiribû. Ew artêşên ku li derveyê rêya Allah -azze we celle- in, Allah -azze we celle- wan artêşa bi navê "Artêşên Taxût'' binav dike. Yên ku wan artêşên taxûta red nakin şertê daxilbûna îslamê (ku înkarkirina taxût jî yek ji wan e) pêk neanîne. Eşkere bû ku di vê mijarê de pirsgirêkên wan ên herî giring hene. Me diyar kiribû ku mirovên ketibin nav artêşa taxût de, tu carî wê nikaribin taxût înkar bikin.

Em ê niha hin mînakên ku di dewra Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- de qewimî ne teqdîm bikin.

اِنَّ الَّذينَ تَوَفّٰيهُمُ الْمَلٰٓئِكَةُ ظَالِمي اَنْفُسِهِمْ قَالُوا فيمَ كُنْتُمْ قَالُوا كُنَّا مُسْتَضْعَفينَ فِي الْاَرْضِ قَالُٓوا اَلَمْ تَكُنْ اَرْضُ اللّٰهِ وَاسِعَةً فَتُهَاجِرُوا فيهَا فَاُولٰٓئِكَ مَأْوٰيهُمْ جَهَنَّمُ وَسَٓاءَتْ مَصيرًا

"Dema ku melaîket cânê wan distînin ji wan ên ku zilm li nefsa xwe dikirin re dibêjin: 'Hûn di çi karî de bûn? Dibêjin: 'Em li ser rûyê erdê belengaz û bêçare bûn.' Melaîket dibêjin: ''Ma qey erdê Allah ne fireh bû ku we tê de hîcret bikira?'' Ev ên ha cihê wan cehennem e; vegera wê derê çi tiştekî xerab e!''9

Di beşa tefsîrê de ya Sehîha xwe de Îmam Buxarî der barê vê ayetê de wek daxuyanîyek ji Ibn-î Abbas -radiyallahanh- evana neqil dike:

"Komek ji kesên muslim di nav muşrîkan de, bi wan re bûn. Jimar û reşaşîya muşrîkan zêde dikirin. Carcara tîrên mucahîdên ordîya îslamê li wan îsabet dikir an jî serê wan dihat pekandîn û bi vê awayê dihatin kuştin. Li ser van bûyeran Allah -azze we celle- vê ayetê nazil kir.''

Ibn-î Ebî Hatim, ji Ibn-î Abbas wisan riwayet dike:

"Evana, komek bûn ku li Mekkeyê bibûn muslîm, lê muslîmtîya xwe vedişartin. Muşrîkan di herba Bedrê de wan jî bixwe re derxistin herbê. Hin ji wana di şer de hatin kuştin. Muslîman gotin: "Ev ên ha havalên me bûn. Ji bo şer bi zorê derxistî bûn û hatin kuştin. piştre ji bo wan ji Allah -azze we celle- hêviya efukirina wan kirin. Li ser vê bûyerê ev ayet nazil bû.''10

Wek sebebê nizûla ayetê hin rîwayetên cuda jî tên zikirkirin. Le belê di ekseriyeta rîwayetan de ev bûyer heye. Ew kesên ku ji Mekkeyê hîcret nekirin û ji teref muşrîkan ve ji bo şerê bi muslîman bi zorê hatin derxistin, roja qiyametê dema hisabê ev amel ku ji wan bê pirsîn wê bibêjin 'em li ser rûyê erdê bêçare bûn.' Lê belê Allah -azze we celle- vê uzra wan qet qebûl nake û diyarî me kiriye ku, ew ehlê cehennemê ne.

Di vê bûyerê de ya balkêş ev e: Ev mirov piştî muslîm bûn digel fersenda wan hebû jî dîsa hîcret nekiribûn û li Mekkeyê mabûn.

Paşê jî, muşrîkan wan bi zorê tevlî artêşa xwe kiribûn. Lê, hê ku fersend û imkanên wan ji bo hîcret kirinê hebû digel vê yekê li Mekkeyê mabun û bi vê amelê destê xwe hatin cezakirin. Ew uzra ku beyan kiribûn jî bi kêrî wan nehat.

Di ayeta ku di pey vê de tê (Nîsa-98) de Allah -azze we celle- wan kesên ku fersend û îmkanê nebînin ji vê aqûbetê dûr xistiye û istisna kiriye. Ew ên ha zarok û pîrek û kesên bêçar û belengaz in. Xuya dibe ku di vê mijarê de ew ên ku gunehkar in, yên xwedî îmkan in.

Îmam Buxarî di "Kîtabu'l Mexazî" ya Sehîha xwe de der heqê qiseya Bedrê de vê rîwayetê neqil dike:

"Hin mirovên Ensarî ji Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- re gotin:

"Ya Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm-, destûr bide da ku em ji Abbasê pismamê xwe fidye nesitênin"

Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- ji wan re wiha got: "Wallahi hûnê (ji fidyeya Abbas) yek dirhemekî jî nebexşînin."11

Hal ev e ku Abbas bi zorê ji bo şer ji Mekkeyê hatibû derxistin. Li gor rîwayeta Ibn Îshaq, Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- roja Bedrê dema ku ji Abbasê apê xwe, ji bo rizgar kirina wî fidye xwest Abbas wiha gotibu:

"Ya Rasûlullah, ez muslîm bûm le belê muşrîkên Mekkeyê min bi zorê derxistin qada şer."

Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- wiha got:

"Rastiya gotîna te bitenê Allah -azze we celle- dizane. Ger tu rast dibêjî dê Allah -azze we celle- dê mûkâfata te bide. Le belê li gor zahir, tu di nav şervanên wan(muşrîkan) de buyî.''12

Rasûlullah -aleyhîssalâtuwesselâm- bi Abbasê apê xwe re muamela muşrîka kiriye.

Çawa ji wan êsîrên din fidye sitendibe, ji wî jî fidye sitendiye. Li cem ûlemayên îslamê bi icmaê sabit e ku: Hûkmê însan li gor zahir tê dayîn.

Wek dawî: Li îndallah, ji artêşa ku di rêya Allah -azze we celle- de ne pê ve artêşên din artêşên taxûtî ne û serok û fermandarên wan artêşan jî Firewnê vê dewrê ne. Ew jî, rayedarên îro ne ku her yeki ji wan taxût in.

Kesên di rê û rêbaz û meqsedên ku li gor îslâmê ne meşrû ne (weke demokrasî û laîktî û mudefeaya dînên batil û parastin û bilindkirina şirkê) mucadele bike ew mucadeleya wî wê tevde li boşê biçe. Yek mûmînek qet nabe ku di nav partî û artêş û cemeat û rêxistinên xeyrî îslâmî de cih bigirin. Eger di van deran de cih bigirin tê wê manê ku ewana taxut înkar nekirine û dibin ji wan bêbextên ku di rêya taxut de têdikoşin û şer dikin.
 

d.) Taybetiya Taxût A Çaremîn Û Îzahata Wî:

Heyînîyên Ji Xeynî Allah Îbadet Li Wan Tên Kirin

وَالَّذينَ اجْتَنَبُوا الطَّاغُوتَ اَنْ يَعْبُدُوهَا وَاَنَابُٓوا اِلَى اللّٰهِ لَهُمُ الْبُشْرٰى فَبَشِّرْ عِبَادِ

"Ew ên ku xwe ji evdîtîya taxût dûr dikin û berê xwe didin Allah, mizgînî ji wan re heye. Mizgînê bide evdên min."13

Çawa ku ji vê ayetê fêm dibe taxût; ji xeynî Allah -azze we celle- yên bi dilsozî îteat û îbadet li wan tên kirin, ew in.

Me di pêlên borî de îzahata Îmam Taberî li ser tarîfa taxût teqdîm kiribû. Di heman demê de, me çend mînakên ku di Qur'anê de bikaranîna îbadetê çawane jî dabû.

Di vê maneyê de em dikarin bibêjin ku taxûtên îroyîn; sazîyên weke parlamentoya xwedî rayeya çekirina qanûnan, rayedarên ku helal û heramîyên Allah -azze we celle- di Qur'an û sûnnetê de daniye ji holê radikin, partiyên demokratîk ku bûne hêlina van amelên şirkê, feyde û parastin ku ji wan kesên mirî tên xwestin û di tengasîyekî de hewar li wan tên kirin, ew pûtên ji zindîyan û ji latan tên kesibandîn, ew heyînên hin amelên ku di Qur'an û sûnnetê de wek îbadet binavdibin (weke nezir û qurban û hwd.) ji bo wan têne kirin, dixwaze zindî an mirî, li ser rûyê erdê an jî li esmana bibe her tiştên ku wesf û taybetîyên Allah -azze we celle- ji wan re hatibe dayîn, ha ew taxût in.

Ew rûmetên xeyrî îslâmî ku di nav însanan de dibin diyarkirina neyartî û dostanîyê û dibin sebebê şer û aşîtîyê jî taxut in.

Ew pîvan û îdeolojîyên xeyrî îslâmî ku ji bo însanan dibin sebebê xwe pêgirtina heyatê jî dikêvin çarçoveya tarîfa taxut.

Dawîya Beşa (10.) Dehemîn

Dê Berdewam Bibe Înşâallah


1. Nîsa: 76
2. Ta-ha: 24
3. Qasas: 04
4. Qasas: 06
5. Qasas: 39

6. Qasas: 08
7. Qasas: 40

8. Qasas: 41,42

9. Nîsa: 97

10. Ibn-i Kesir, tefsîra ayeta Nîsa: 97

11. Buxarî, 4018

12. İbn Îshak

13. Zumer: 17

Bu Sayfayı Paylaş :